Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Pirsa Jinberdanê
 - 1
 - Îsa ji wir rabû, hat herêma Cihûstanê û derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû. Careke din elaletek li dora wî civiya û wî, wek adeta xwe dîsa ew hîn dikirin.
 - 2
 - Ji Fêrisiyan hinek nêzîkî wî bûn û ji bo ku biceribînin jê pirsîn: «Ma dibe ku zilamek jina xwe berde?»
 - 3
 - Îsa bersîva wan da û got: «Mûsa çi emir da we?»
 - 4
 - Wan jî got: «Mûsa destûr da, ku mêr kaxeza jinberdanê binivîse û jinê berde.»[a]
 - 5
 - Lê Îsa ji wan re got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa ev emir ji we re nivîsî.
 - 6
 - Lê di destpêka afirandinê de Xwedê ew ‹nêr û mê afirandin›.[b]
 - 7
 - ‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek
 - 8
 - û herdu jî wê bibin bedenek.›[c] Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in.
 - 9
 - Ji bo vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.»
 - 10
 - Gava ew li malê bûn, şagirtan dîsa li ser vê meselê ji wî pirsîn.
 - 11
 - Îsa ji wan re got: «Kî ku jina xwe berde û bi yeke din re bizewice, li hember wê zînayê dike.
 - 12
 - Û eger jin jî mêrê xwe berde û bi yekî din re bizewice, zînayê dike.»
 - Îsa Zarokan Pîroz Dike
 - 13
 - Îcar zarok dianîn ba Îsa ku destê xwe deyne ser wan, lê şagirtan li yên ku ew dianîn hilat.
 - 14
 - Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs bû û ji wan re got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min; pêşiya wan negirin, çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.
 - 15
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»
 - 16
 - Hingê zarok himbêz kirin, destên xwe danîn ser wan û ew pîroz kirin.
 - Xortê Dewlemend li Jiyana Herheyî Digere
 - 17
 - Gava Îsa bi riya xwe ve diçû, yek bezî ba wî, li ber wî çû ser çokan û jê pirsî: «Mamosteyê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»
 - 18
 - Îsa ji wî re got: «Tu çima ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kes qenc tune.
 - 19
 - Tu bi emran dizanî: ‹Nekuje!›, ‹Zînayê neke!›, ‹Nedize!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Heqê kesî nexwe!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!›[d]  »
 - 20
 - Wî jî got: «Mamoste, ji xortaniya xwe heta niha, min ev tişt hemû pêk anîne.»
 - 21
 - Îsa lê nêrî, jê hez kir û ji wî re got: «Hê jî kêmahiyeke te heye. Here, çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmên xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»
 - 22
 - Li ser vê gotinê reng li wî nema û ew bi xemgînî çû, çimkî gelek mal û milkê wî hebû.
 - 23
 - Îsa li dora xwe nêrî û ji şagirtên xwe re got: «Çiqas zehmet e ku kesên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê!»
 - 24
 - Şagirt li van gotinên wî ecêbmayî man, lê Îsa careke din got: «Zarono! Ketina Padîşahiya Xwedê çiqas zehmet e!
 - 25
 - Derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.»
 - 26
 - Şagirt gelek şaş man û ji hev re gotin: «Eger wusa ye, kî dikare xilas bibe?»
 - 27
 - Îsa li wan nêrî û got: «Li ba mirovan ev nabe, lê ne li ba Xwedê, çimkî li ba Xwedê her tişt dibe.»
 - 28
 - Hingê Petrûs dest pê kir û jê re got: «Va ye, me her tişt hiştine û em li pey te hatine.»
 - 29
 - Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber min de û di ber Mizgîniyê de mal, an bira, an xwişk, an dê an bav, an zarok an zeviyên xwe hiştibe
 - 30
 - û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.
 - 31
 - Lê gelek ên pêşî wê bibin ên paşî û yên paşî wê bibin ên pêşî.»
 - Îsa Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 32
 - Îcar ew li ser rê bûn û hildikişiyan Orşelîmê*. Ew li pêşiya wan diçû, şagirt ecêbmayî diman û ew kesên li paş dihatin ditirsiyan. Îsa dîsa her diwanzdeh kişandin aliyekî û dest pê kir ew tiştên ku wê bihatana serê wî ji wan re got:
 - 33
 - «Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan* û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin û wî bidin destê miletan.
 - 34
 - Ewê tinazên xwe bi wî bikin, tif bikinê, bidin ber qamçiyan û wî bikujin. Û piştî sê rojan ewê ji nav miriyan rabe.»
 - Xwestina Aqûb û Yûhenna
 - 35
 - Hingê kurên Zebedî Aqûb* û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û jê re gotin: «Mamoste, me divê ku em her çi ji te bixwazin, tu ji bo me bikî.»
 - 36
 - Wî jî ji wan pirsî: «Hûn dixwazin ku ez ji bo we çi bikim?»
 - 37
 - Wan jê re got: «Destûra me bide ku di rûmeta te de yek ji me li milê te yê rastê, yê din jî li milê te yê çepê rûne.»
 - 38
 - Îsa ji wan re got: «Hûn nizanin ku hûn çi dixwazin. Ma hûn dikarin wê kasa tehl a ku ezê vexwim, vexwin? An jî bi wê imada ku ezê pê bêm imadkirin*, imad bibin?»
 - 39
 - Wan jî got: «Em dikarin.» Îsa ji wan re got: «Bi rastî hûnê ji wê kasa ku ezê vexwim, vexwin û bi imada ku ezê pê bêm imadkirin, imad bibin,
 - 40
 - lê rûnandina li milê min ê rastê û çepê ne di destê min de ye. Ev bi tenê ji bo wan e ku ji wan re hatiye amadekirin.»
 - 41
 - Gava ku her deh şagirtan ev yek bihîst, li Aqûb û Yûhenna hêrs bûn.
 - 42
 - Lê Îsa ew gazî ba xwe kirin û got: «Hûn dizanin ên ku di nav miletan de serek tên dîtin, serdestiyê li wan dikin û giregirên wan jî li ser wan hukumdariyê dikin.
 - 43
 - «Lê di nav we de, ne weha ye. Di nav we de, kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we.
 - 44
 - Û di nav we de kî ku bixwaze bibe yê pêşî, divê bibe xulamê hemûyan.
 - 45
 - Çimkî Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan  de canê xwe berdêl bide.»
 - Îsa Parsekekî Kor Qenc Dike
 - 46
 - Hingê ew hatin bajarê Erîhayê. Gava Îsa bi şagirtên xwe ve û bi elaleteke mezin ve ji bajêr derket, mirovekî kor, Bar-Tîmeyos, yanî Kurê-Tîmeyos, li tenişta rê rûniştibû û pars dikir.
 - 47
 - Gava bihîst ku Îsayê Nisretî derbas dibe, dest pê kir, kir qîrîn û got: «Ya Îsayê Kurê* Dawid, li min were rehmê!»
 - 48
 - Gelekan li wî hilat, da ku dengê xwe bibire, lê ew hê bêtir qîriya û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
 - 49
 - Îsa rawesta û got: «Gazî wî bikin.» Wan jî gazî mirovê kor kir û gotin: «Çavê te rohnî be! Rabe ser xwe, gazî te dike.»
 - 50
 - Wî jî ebayê xwe avêt, xwe hilavêt û hat ba Îsa.
 - 51
 - Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî ku ez ji bo te bikim?» Yê kor jê re got: «Mamoste, ez dixwazim bibînim!»
 - 52
 - Îsa jî jê re got: «Here, baweriya te tu xilas kirî.» Û di cih de wî dît, ket rê û li pey Îsa çû.
 
- a. 10:4 Ji: Dubarekirina Şerîetê 24:1-3
 - b. 10:6 Ji: Destpêkirin 1:27; 5:2
 - c. 10:7-8 Ji: Destpêkirin 2:24
 - d. 10:19 Ji: Derketin 20:12-16; Dubarekirina Şerîetê 5:16-20
 

