Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan 
1
Piştî Şemiyê, roja pêşî ya heftiyê serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binêrin.
2
Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt.
3
Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn.
4
Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.
5
Milyaket ji jinan re got: «Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin.
6
Ew ne li vir e, wek ku wî gotibû, ew rabûye. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin.
7
Îcar zû herin ji şagirtên wî re bêjin: ‹Ew ji nav miriyan rabûye û niha beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin. Va ye min ji we re got.›»
8
Jin bi lez ji gorê vegeriyan, bi tirs û bi şahiyeke mezin bezîn, da ku ji şagirtên wî re bêjin.
9
Ji nişkê ve Îsa rastî wan hat û got: «Silav li we.» Ew nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên wî û perizînê*.
10
Hingê Îsa ji wan re got: «Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin.»
Bertîldayîna Nobedaran 
11
Gava ku hê jin di rê de bûn, hinek ji nobedaran gihîştin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serekên kahînan re gotin.
12
Piştî ku serekên kahînan bi rihspiyan re civiyan û şêwirîn, gelek pere dan leşkeran
13
û gotin: «Bêjin: ‹Gava ku bi şev em razayî bûn şagirtên wî hatin û ew dizîn.›
14
Eger ev bigihîje guhê walî, emê wî qanî bikin û xemê bi we nadin xwarin.»
15
Wan jî pere standin û wek ku li wan hatibû şîretkirin, kirin. Ev gotin heta îro jî di nav Cihûyan de belav bûye.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dide û Wan Dişîne 
16
Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê.
17
Gava ku wan ew dît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn.
18
Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.
19
Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad* bikin,
20
hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»