Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje 
1
Gava ku Îsa ji Perestgehê derket û çû, şagirtên wî nêzîkî wî bûn û xwestin ku bala wî bikişînin ser avahiyên Perestgehê.
2
Wî ji wan re got: «Hûn van hemûyan dibînin? Bi rastî ez ji we re dibêjim, li vir kevir li ser kevir namîne. Qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!»
Tengahiyên Mezin 
3
Çaxê Îsa li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, şagirtên wî bi serê xwe hatin ba wî û jê re gotin: «Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê bibin? Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?»
4
Îsa bersîva wan da û got: «Hay ji xwe hebin, ku tu kes we nexapîne.
5
Çimkî gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Mesîh ez im› û wê gelekan bixapînin.
6
Hûnê dengê şeran û li ser şeran bibihîzin. Hay jê hebin û netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye.
7
Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin. Û wê li cih cihan xela û erdhejîn çêbin.
8
Lê ev tiştên ha hemû destpêka janan in.
9
«Hingê wê we teslîm bikin, da ku êşê bi we bidin kişandin û we bikujin. Ji ber navê min hemû milet wê ji we nefret bikin.
10
Hingê gelek wê ji rê derkevin, hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin.
11
Û gelek pêxemberên derewîn wê derkevin û gelekan bixapînin.
12
Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe.
13
Lê yê ku heta dawiyê ragire*, ewê xilas bibe.
14
Û ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê.
Felaketa Mezin 
15
«Çaxê hûn tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, çawa ku Daniyêl pêxember got, li cihê pîroz rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike –[a]
16
«hingê yên ku di Cihûstanê de ne bila birevin çiyan.
17
Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û tiştekî ji hundir hilnede.
18
Û yê ku li nav zeviyê be jî, bila venegere ku ebayê xwe hilde.
19
Lê wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
20
Dua bikin ku reva we nekeve zivistanê an roja* Şemiyê.
21
Çimkî hingê tengahiyeke wusa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî.
22
Eger ew roj nehatana kurtkirin, tu kes xilas nedibû, lê ji bo xatirê yên bijartî ew roj wê bên kurtkirin.
23
Hingê eger yek ji we re bêje: ‹Va ye, Mesîh li vir e!› an jî: ‹Wa ye, ew li wir e!›, bawer nekin.
24
Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin, wê nîşan û karên mezin çêkin, wusa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.
25
Va ye, min ji pêşî ve ev ji we re got.
26
Îcar, eger yek ji we re bêje: ‹Wa ye, Mesîh li çolê ye!› dernekevin derve, an bêje: ‹Va ye, li oda hundir e!›, bawer nekin.
27
Çawa ku birûsk ji Rojhilat davêje û heta Rojava ronahî dike, hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
28
Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê derê bicivin.
Vegerîna Kurê Mirov 
29
«Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de,
Roj wê tarî bibe,
Û heyv ronahiya xwe nede,
Stêr wê ji ezmên bikevin.
Û rojgêranên* ezmanan wê ji riya xwe derkevin.[b]
30
«Hingê nîşana Kurê Mirov wê li ezmên xuya bibe û hemû miletên li ser erdê wê li xwe bixin. Ewê bibînin ku ‹Kurê Mirov bi hêz* û rûmeta mezin li ser ewrên ezmên tê.›[c]
31
Ewê milyaketên xwe bi boriya dengbilind bişîne û milyaket wê bijartiyên wî ji çar aliyan, ji perekî ezmanan heta perê din bicivînin.
Dersa ji Dara Hêjîrê 
32
«Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e.
33
Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî van hemû tiştan bibînin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye.
34
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet nabihûre.
35
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.
Roj û Saeta ku Bi Tenê Xwedê Dizane 
36
«Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmanan û ne jî Kur, ji Bav pê ve tu kes pê nizane.
37
Ka di rojên Nûh* de çawa bû, hatina Kurê Mirov jî wê wusa be.
38
Çimkî di wan rojên beriya tofanê de, mirovan dixwar û vedixwarin, jin dianîn û mêr dikirin; heta wê roja ku Nûh ket gemiyê,[d]
39
wan pê nizanibû ku wê çi bibe, heta ku tofan rabû û ew hemû bi xwe re birin. Hatina Kurê Mirov jî wê bi vî awayî be.
40
Hingê du mirov wê li nav zeviyê bin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
41
Du jin wê bi destar bihêrin, yek wê bê birin û yek bê hiştin.
42
«Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê we wê kîjan rojê bê.
43
Lê vê yekê bizanin: Eger malxwê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî diz wê bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
44
Ji ber vê yekê hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê ku hûn nizanin.
Xulamê Dilsoz û Xulamê Bêbext 
45
«Xulamê dilsoz û şehreza kî ye? Ewê ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan.
46
Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
47
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
48
Lê eger ew xulamê xerab ji xwe re bêje: ‹Axayê min wê bi derengî bikeve›
49
û dest pê bike li hevalên xwe yên xulam bixe, bi serxweşan re bixwe û vexwe,
50
axayê wî xulamî wê di wê rojê de bê ku ew ne li hêviya wî ye û di wê saetê de ku ew pê nizane
51
û wê wî perçe perçe bike û para wî bi durûyan re bide. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
  1. a. 24:15 Binêre: Daniyêl 9:27; 11:31; 12:11
  2. b. 24:29 Binêre: Îşaya 13:10; 34:4
  3. c. 24:30 Ji: Daniyêl 7:13. Binêre: Peyxama Yûhenna 1:7
  4. d. 24:38 Destpêkirin 6-8