Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê
 - 1
 - Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û
 - 2
 - ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin.
 - 3
 - Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»
 - 4
 - Ev wusa çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
 - 5
 - «Ji keç û kurên Siyonê* re bêjin:
‹Va ye, Padîşahê te
Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî,
Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.›[a] » - 6
 - Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin.
 - 7
 - Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû.
 - 8
 - Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê.
 - 9
 - Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin:
«Hosanna* ji Kurê* Dawid re!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz* be!
Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»[b] - 10
 - Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?»
 - 11
 - Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.»
 - Îsa Perestgehê Paqij Dike
 - 12
 - Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin.
 - 13
 - Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›[c] .»
 - 14
 - Li Perestgehê, kor û şil û şeht* anîn ba wî û wî ew qenc kirin.
 - 15
 - Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn
 - 16
 - û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr şikir deranî.›[d] »
 - 17
 - Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.
 - Dara Hêjîrê
 - 18
 - Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû.
 - 19
 - Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû.
 - 20
 - Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?»
 - 21
 - Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.
 - 22
 - Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»
 - Pirsa li ser Desthilatiya Îsa
 - 23
 - Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?»
 - 24
 - Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:
 - 25
 - Imadkirina* Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›
 - 26
 - Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.»
 - 27
 - Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
 - Mesela Du Kuran
 - 28
 - «Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.›
 - 29
 - Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû.
 - 30
 - Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû.
 - 31
 - Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê. - 32
 - Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.
 - Mesela Rezvanan
 - 33
 - «Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
 - 34
 - Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin.
 - 35
 - Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran.
 - 36
 - Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî.
 - 37
 - Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta* kurê min bigirin.›
 - 38
 - Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.›
 - 39
 - Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin.
 - 40
 - Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?»
 - 41
 - Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wusa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.»
 - 42
 - Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên* Pîroz de ev nexwendiye:
‹Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin*.
Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,
Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!›[e] » - 43
 - «Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wusa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne.
 - 44
 - Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»
 - 45
 - Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje.
 - 46
 - Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.
 
- a. 21:5 Ji: Zekerya 9:9; Îşaya 62:11
 - b. 21:9 Ji: Zebûr 118:25-26
 - c. 21:13 Ji: Îşaya 56:7; Yêremya 7:11
 - d. 21:16 Ji: Zebûr 8:2
 - e. 21:42 Ji: Zebûr 118:22-23
 

