Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Dîtina Îsa Diguhere
 - 1
 - Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna bi xwe re birin û ew bi serê xwe derxistin çiyayekî bilind.
 - 2
 - Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.
 - 3
 - Ji nişkê ve Mûsa* û Êlyas* li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.
 - 4
 - Petrûs ji Îsa re got: «Ya Xudan, qenc e ku em li vir in! Eger tu bixwazî, ezê li vir sê holikan çêkim. Yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»
 - 5
 - Hê ew dipeyivî, ewrekî ronahîdar li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat û got: «Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin!»
 - 6
 - Gava şagirtan ev bihîst, ji tirsan deverû ketin erdê.
 - 7
 - Lê Îsa hat, destê xwe li wan da û got: «Rabin, netirsin!»
 - 8
 - Gava şagirtan çavên xwe hildan, wan ji Îsa pê ve tu kesî din nedît.
 - 9
 - Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir û got: «Heta ku Kurê Mirov ji nav miriyan ranebe, tiştên ku we dîtin, ji kesî re nebêjin.»
 - 10
 - Şagirtan ji wî pirsî û gotin: «Nexwe çima Şerîetzan dibêjin, divê pêşî Êlyas bê?»[a]
 - 11
 - Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî, Êlyas tê û her tiştî sererast dike.
 - 12
 - Lê ez ji we re dibêjim, ji xwe Êlyas hatiye û wan ew nas nekir. Lê çi ku dilê wan xwest bi wî kirin. Bi vî awayî wê Kurê Mirov jî ji destê wan cefayê bikişîne.»
 - 13
 - Hingê şagirtan fêm kir ku ew ji wan re li ser Yûhennayê imadkar dibêje.
 - Îsa Zarokekî Cinoyî Qenc Dike
 - 14
 - Çaxê hatin ba elaletê, mirovek nêzîkî Îsa bû, li ber wî çû ser çokan
 - 15
 - û got: «Ya Xudan, li kurê min were rehmê! Bi atiyê* dikeve û êşeke mezin dikişîne. Ew gelek caran dikeve nav êgir û nav avê.
 - 16
 - Min ew anî ba şagirtên te, lê wan nikaribû wî qenc bikin.»
 - 17
 - Îsa bersîv da û got: «Hey nifşê bêbawer û jirêderketî! Ezê heta kengê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin vir ba min.»
 - 18
 - Îsa li cin hilat û ew jê derket. Ji wê gavê ve kurik qenc bû.
 - 19
 - Hingê şagirt bi serê xwe hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»
 - 20
 - -21 Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»[b] 
 - Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 22
 - Gava ku ew bi hev re li Celîlê* bûn, Îsa ji wan re got: «Hindik maye ku Kurê Mirov bidin destê mirovan.
 - 23
 - Ewê wî bikujin û roja sisiyan ewê rabe.» Şagirt bi vê yekê gelek xemgîn bûn.
 - Baca Perestgehê
 - 24
 - Çaxê ew gihîştin Kefernahûmê, bacgir* hatin ba Petrûs û jê pirsîn: «Ma Mamosteyê we baca Perestgehê* nade?»[c]
 - 25
 - Wî got: «Belê.»
Dema Petrûs hat malê, pêşî Îsa ji wî re got: «Tu çawa dibînî, Şimûn? Padîşahên dinyayê bac û bêşê ji kê distînin? Ma ji kurên xwe an ji yên biyanî?» - 26
 - Petrûs got: «Ji yên biyanî.» Hingê Îsa ji wî re got: «Nexwe kur serbest in.
 - 27
 - Lê ji bo ku em dilê wan nehêlin, tu here golê û şewkê xwe bavêje. Masiyê ku pêşî hat, bigire, devê wî veke, tê zîvekî* mezin bibînî. Wî bibe, ji bo min û ji bo xwe bide wan.»
 
- a. 17:10 Melaxî 4:5
 - b. 17:20 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Lê cinên weha ji bilî dua û rojiyê bi tiştekî din dernakevin.»
 - c. 17:24 Derketin 30:13. Li gor Şerîeta Mûsa, baca Perestgehê dû zîv bûn.
 

