Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mesela Erdê Qenc û Neqenc
 - 1
 - Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt.
 - 2
 - Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax rawesta.
 - 3
 - Îcar Îsa bi meselan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got: «Cotkar derket ku tov biçîne.
 - 4
 - Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
 - 5
 - Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû.
 - 6
 - Lê çaxê ku roj hilat* ew kizirî û ji ber ku rayên* wî tunebûn, hişk bû.
 - 7
 - Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin.
 - 8
 - Û hinek ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan.
 - 9
 - Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»
 - Armanca Meselan
 - 10
 - Îcar şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu çima bi wan re bi meselan dipeyivî?»
 - 11
 - Wî li wan vegerand û got: «Zanîna sirên Padîşahiya Ezmanan ji we re hatiye dayîn, lê ji wan re nehatiye dayîn.
 - 12
 - Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û jê re zêde bibe. Lê bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî wê jê bê standin.
 - 13
 - Ji ber vê yekê ez ji wan re bi meselan dibêjim: Ew dibînin, lê nabînin, ew dibihîzin, lê nabihîzin û fêm nakin.
 - 14
 - Li ser wan, ev pêxemberîtiya Îşaya tê cih ku dibêje:
‹Hûn çiqas bibihîzin jî, hûn tu caran fêm nakin,
Hûn çiqas bibînin jî, hûn tu caran tênagihîjin. - 15
 - Çimkî dilê vî gelî hişk bûye,
Guhên wan giran bûne
Û wan çavên xwe girtine.
Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin
Û bi guhên xwe bibihîzin
Û bi dilê xwe fêm bikin
Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›[a] - 16
 - «Lê xwezî bi çavên we, çimkî ew dibînin; xwezî bi guhên we, çimkî ew dibihîzin.
 - 17
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, gelek pêxember û mirovên rast, dixwestin van tiştên ku hûn dibînin bibînin, lê nedîtin. Dixwestin van tiştên ku hûn dibihîzin bibihîzin, lê nebihîstin.
 - Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
 - 18
 - «De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin:
 - 19
 - Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e.[b]
 - 20
 - Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike.
 - 21
 - Lê ji ber ku rayê* wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve.
 - 22
 - Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.
 - 23
 - Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.
 - Mesela Genim û Zîwanê
 - 24
 - Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand.
 - 25
 - Lê çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, di nav genim de zîwan çand û çû.
 - 26
 - Çaxê ku genim gihîşt û ber da, hingê zîwan jî xuya bû.
 - 27
 - Xulamên malxwê malê hatin û gotin: ‹Ezbenî, ma te tovê qenc di zeviya xwe de neçand? Îcar ev zîwan ji ku derê çêbû?›
 - 28
 - Wî ji wan re got: ‹Dijminekî ev yek kiriye.› Xulaman jî jê pirsî: ‹Tu dixwazî ku em herin û wan aşêf bikin?›
 - 29
 - Wî got: ‹Na, çimkî çaxê ku hûn aşêfa zîwanê bikin, dibe ku hûn genim jî pê re hilkin.
 - 30
 - Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê. Wî çaxî ezê ji paleyan re bêjim: Pêşî zîwanê berhev bikin û ji bo şewitandinê bikin gurz, piştre genim berhev bikin û bînin bixin embara min.›»
 - Liba Xerdelê û Hevîrtirşk
 - 31
 - Îsa meseleyeke din ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamekî rahişt libeke xerdelê û ew di zeviya xwe de çand.
 - 32
 - Ew liba ku ji hemû tovan biçûktir e, dîsa jî gava ku ew mezin dibe, ji pincaran mezintir e û dibe dar. Wusa ku teyrên ezmanan tên û li ser çiqilên wê bi cih dibin.»
 - 33
 - Wî meseleyeke din jî ji wan re got: «Padîşahiya Ezmanan dimîne hevîrtirşkê ku jinekê ew hilda û xist nav sê çap* ar, heta hemû tirş bû.»[c] 
 - 34
 - Îsa ev tiştên ha hemû bi meselan ji elaletê re gotin û bê mesele wî tu tişt ji wan re nedigot.
 - 35
 - Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
«Ezê bi meselan devê xwe vekim
Û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî mane eşkere bikim.»[d] - Şîrovekirina Mesela Zîwanê
 - 36
 - Hingê Îsa elalet hişt û çû mal. Şagirtên wî hatin balê û jê re gotin: «Mana mesela zîwana zeviyê ji me re bêje.»
 - 37
 - Wî bersîva wan da û got: «Yê ku tovê qenc diçîne Kurê Mirov e.
 - 38
 - Zevî dinya ye û tovê qenc jî zarokên Padîşahiyê ne. Zîwan zarokên Yê Xerab in
 - 39
 - û dijminê ku ew çandiye jî Îblîs* e. Dirûn dawiya dinyayê ye û pale jî milyaket in.
 - 40
 - Îcar çawa ku zîwan tê berhevkirin û di nav êgir de tê şewitandin, di dawiya dinyayê de jî wê wusa bibe.
 - 41
 - Kurê Mirov wê milyaketên xwe bişîne û ewê her tiştên ku mirov ji rê derdixin û yên ku neheqiyê dikin ji Padîşahiya wî bicivînin.
 - 42
 - Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.
 - 43
 - Hingê yên rast wê di Padîşahiya Bavê xwe de wek rojê şewq bidin. Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
 - Xezîna Veşartî û Durê Giranbiha
 - 44
 - «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî.
 - 45
 - «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Bazirganek li durên spehî digeriya.
 - 46
 - Gava ku wî durekî gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirrî.
 - Mesela Torê
 - 47
 - «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Tora ku her cûreyê masiyan dicivîne, tê avêtin nav deryayê.
 - 48
 - Gava ku ew tije dibe, masîgir wê dikişînin qerêx. Hingê ew rûdinin, yên qenc dixin selikan û yên neqenc jî davêjin.
 - 49
 - Di dawiya dinyayê de wê weha bibe. Milyaket wê bên û wê xeraban ji nav rastan veqetînin
 - 50
 - û wan bavêjin firna dadayî. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.»
 - 51
 - Îsa ji wan pirsî: «Ma we ev tiştên ha hemû fêm kirin?» Wan got: «Erê.»
 - 52
 - Hingê wî ji wan re got: «Ji ber vê yekê her Şerîetzanê ku li ser Padîşahiya Ezmanan hatiye perwerdekirin, mîna malxwê malê ye ku ji xezîna xwe tiştên nû û kevin derdixe.»
 - Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
 - 53
 - Piştî ku Îsa ev mesele xilas kirin, ji wê derê veqetiya.
 - 54
 - Ew hat bajarê xwe û wî xelk di kinîşta wan de hîn kir, wusa ku ew gelek şaş man û wan got: «Ev keramet û şehrezayiya wî ji ku derê ne?
 - 55
 - Ma ev ne kurê xerat e? Ma navê diya wî ne Meryem* e? Ma Aqûb, Ûsiv, Şimûn û Cihûda ne birayên wî ne?
 - 56
 - Ma hemû xwişkên wî ne di nav me de ne? Vî mirovî ev hemû tişt ji ku derê anîn?»
 - 57
 - Û bi vî awayî ew ji wî enirîn. Lê Îsa ji wan re got: «Pêxemberek ji bajarê xwe û ji mala xwe pê ve, li tu cihê din ne bê siyanet* e.»
 - 58
 - Û ji ber bêbaweriya wan wî li wê derê gelek keramet nekirin.
 
- a. 13:14-15 Ji: Îşaya 6:9-10
 - b. 13:19 «Yê Xerab», yanî «Îblîs».
 - c. 13:33 Sê çap ar, di wê demê de kêm û zêde 25 kîlo bû.
 - d. 13:35 Ji: Zebûr 78:2
 

