Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Qenckirina Xulamê Sersedekî 
1
Piştî ku wî ew gotinên ku xelkê guhdarî dikir, xilas kirin, ew ket Kefernahûmê.
2
Xulamê sersedekî* nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Ew li ba sersed yekî hêja bû.
3
Dema wî li ser Îsa bihîst, wî çend ji rihspiyên Cihûyan şandin ba wî û jê lava kir, ku ew bê û xulamê wî xilas bike.
4
Gava ew hatin ba Îsa, wan gelek lavlav jê kir û gotin: «Ew hêja ye ku tu vê jê re bikî,
5
çimkî ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe kinîşt* ji me re ava kiriye.»
6
Îsa bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan*, xwe newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min.
7
Ji ber vê yekê jî min xwe hêja nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê* bêje û xulamê min wê qenc bibe.
8
Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim: ‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew dike.»
9
Gava Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî baweriyeke* evqas mezin nedîtiye.»
10
Û gava yên şandî vegeriyan mal, wan dît ku xulamê wî sax bûye.
Saxbûna Kurê Jinebiyê 
11
Ne gelekî piştî vê, Îsa çû nav bajarekî ku jê re Nayîn digotin. Şagirtên* wî û elaleteke mezin pê re diçûn.
12
Gava ew nêzîkî dergehê bajêr dibû, miriyek ji bajêr derdixistin. Ew kurê diya xwe yê yekta bû û dê jî jinebî bû. Elaleteke mezin ji bajêr bi wê re bû.
13
Gava Xudan* dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!»
14
Ew nêzîkî darbestê bû, destê xwe lê da û yên ku ew hilgirtibûn, sekinîn. Wî got: «Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!»
15
Û yê mirî rabû, rûnişt û dest pê kir, peyivî. Û Îsa ew da diya wî.
16
Îcar tirs ket dilê hemûyan. Wan pesnê Xwedê da û digotin: «Pêxemberekî mezin di nav me de rabûye» û «Xwedê hatiye serdana gelê xwe.»
17
Û ev gotina ha ya li ser wî li seranserê Cihûstanê û hawirdora wê belav bû.
Îsa Bersîva Pirsa Yûhenna Dide 
18
Şagirtên Yûhenna* jî ji wî re li ser van tiştan hemûyan gotin. Û Yûhenna gazî du şagirtên xwe kir
19
û ew şandin ba Xudan, da ku jê bipirsin: «Ma ewê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?»
20
Gava ew herdu zilam hatin ba wî, wan jê re got: «Yûhennayê imadkar em şandine ba te, da ku em bipirsin: ‹Ma yê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?›»
21
Wê gavê Îsa gelek ji nexweşî, êş û ruhên xerab qenc kirin û çavên gelek koran vekirin.
22
Îsa li wan vegerand û got: «Herin û we çi dîtiye û çi bihîstiye ji Yûhenna re bêjin: Kor dibînin, şil û şeht* rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.
23
Û xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
24
Gava qasidên Yûhenna çûn, wî dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna got: «Ma hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Çîtikeke ku li ber bayê diheje?
25
Nexwe hûn derketin, ku hûn çi bibînin? Ma mirovekî, ku cilên nermîn li xwe kirine? Va ye, yên bi cilên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne.
26
Nexwe hûn derketin ku hûn çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim, ji pêxemberekî hê zêdetir.
27
Ev ew e, ku li ser hatiye nivîsîn:
‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,
Ewê riya te li pêşiya te amade bike.›[a]
28
Ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, tu kes ji Yûhenna mezintir tune, lê di Padîşahiya* Xwedê de yê herî biçûk ji Yûhenna mezintir e.»
29
Gava tevahiya xelkê, heta bi bacgiran* jî ev yek bihîst, wan dît ku Xwedê rast e, çimkî bi imadkirina* Yûhenna hatibûn imadkirin.
30
Lê Fêrisî* û Şerîetzanan* daxwaza Xwedê ya ku ji bo wan bû red kir, çimkî bi imadkirina Yûhenna nehatibûn imadkirin.
31
«Ma ez mirovên vî nifşî* bimînînim kê û ew mîna kê ne?
32
Ew wek zarokan in ên ku li nav meydana bajêr rûdinin, bang dikin hev û dibêjin:
‹Me ji we re li bilûrê xist û hûn nereqisîn.
Me avêt ser miriyan û hûn negirîn.›
33
Çimkî Yûhennayê imadkar hat, ne nan dixwar û ne şerab vedixwar û we digot: ‹Ew bi cinan ketiye.›
34
Kurê* Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: ‹Ev mirovekî xwera û serxweş e, dostê bacgir û gunehkaran e.›
35
Lê şehrezayî ji aliyê hemû zarokên xwe ve rast tê dîtin.»
Lêbihûrtina li Jineke Gunehkar 
36
Yekî ji Fêrisiyan* Îsa vexwend, ku bi wî re xwarinê bixwe. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt.
37
Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî.
38
Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da.
39
Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.»
40
Îsa jê re got: «Şimûn*, ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim.» Wî got: «De bêje, mamoste.»
41
«Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî* deyndar bû.
42
Lê ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, ew li herduyan jî bihûrt. Îcar kîjan ji herduyan wê bêtir ji wî hez bike?»
43
Şimûn lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.» Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.»
44
Wî berê xwe da jinê û ji Şimûn re got: «Tu vê jinê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin.
45
Te ramûsanek jî neda min, lê wê ji hinga ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye.
46
Te rûnê zetyê li serê min neda, lê wê rûnekî bîhnxweş li lingên min da.
47
Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.»
48
Û wî ji wê re got: «Li gunehên te hat bihûrtin.»
49
Yên ku pê re li ser sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: «Gelo ev kî ye ku li gunehan jî dibihûre?»
50
Hingê wî ji jinê re got: «Baweriya* te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»
  1. a. 7:27 Ji: Melaxî 3:1