Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ceribandina Îsa
 - 1
 - Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê
 - 2
 - û ew çil rojî ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
 - 3
 - Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.»
 - 4
 - Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.›[a]  »
 - 5
 - Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan
 - 6
 - û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim.
 - 7
 - Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.»
 - 8
 - Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize* Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›[b]  »
 - 9
 - Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê*, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê.
 - 10
 - Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin›
 - 11
 - û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›[c] »
 - 12
 - Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.›[d] »
 - 13
 - Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket.
 - Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
 - 14
 - Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû.
 - 15
 - Wî di kinîştên* wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.
 - Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
 - 16
 - Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja* Şemiyê ket kinîştê*, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne.
 - 17
 - Kitêba Îşaya* pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn:
 - 18
 - «Ruhê Xudan li ser min e,
Çimkî wî ez mesh* kirime,
Da ez Mizgîniyê* bidim belengazan;
Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê
Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin,
Bindestan azad bikim - 19
 - Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.»[e] 
 - 20
 - Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê* de bûn, li wî diman.
 - 21
 - Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.»
 - 22
 - Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?»
 - 23
 - Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo*, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›»
 - 24
 - Hingê wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu pêxember bi dilê xelkên bajarê xwe tune.
 - 25
 - Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas* pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn.
 - 26
 - Îcar Êlyas ji tu kesekî ji wan re nehat şandin, belê ji jinebiya ku li herêma Saydayê, li bajarê Sarêfatê dima re hat şandin.[f]
 - 27
 - Û di dema Êlîşa* pêxember de gelek kotî* li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Nemanê* ji Sûriyê pê ve, kesekî din nehat paqijkirin.»[g]
 - 28
 - Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin
 - 29
 - û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê derê bavêjin xwarê.
 - 30
 - Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.
 - Mirovê bi Cinekî Nepak
 - 31
 - Îsa bi xwar ve dageriya Kefernahûmê, bajarekî Celîlê û wî di roja* Şemiyê de hîn kir.
 - 32
 - Ew li hînkirina wî gelek şaş diman, çimkî ew bi desthilatî peyivî.
 - 33
 - Di kinîştê* de mirovek hebû ku ruhê cinekî nepak pê re hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn û got:
 - 34
 - «Ax, Îsayê Nisretî, ma te çi ji me ye? Ma tu hatiyî, da ku tu me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê* Xwedê yî.»
 - 35
 - Îsa lê hilat* û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê.
 - 36
 - Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?»
 - 37
 - Êdî nav û dengê wî li her cihê wê herêmê belav bû.
 - Qenckirina Gelek Nexweşan
 - 38
 - Hingê Îsa ji kinîştê derket û çû mala Şimûn*. Xesûya Şimûn tayeke giran girtibû û ji bo wê ji wî lava kirin.
 - 39
 - Îcar ew raserî wê rawesta û li tayê hilat. Ta ji wê çû û ew di cih de rabû ser xwe û xizmeta wan kir.
 - 40
 - Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin.
 - 41
 - Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê* Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.
 - Danasîna Mizgîniya Padîşahiya Xwedê li Seranserê Welêt
 - 42
 - Îcar gava bû roj, Îsa derket û çû cihekî ku bêpêjin bû. Elalet* jî lê digeriya û dihatin heta ba wî. Wan dixwest ku wî bigirin, da ku ew ji ba wan neçe.
 - 43
 - Lê wî ji wan re got: «Divê ez Mizgîniya* Padîşahiya* Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin.»
 - 44
 - Û wî di kinîştên Cihûstanê de hîn dikir.
 
- a. 4:4 Ji: Dubarekirina Şerîetê 8:3
 - b. 4:8 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:13
 - c. 4:10-11 Ji: Zebûr 91:11-12
 - d. 4:12 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:16
 - e. 4:18-19 Ji: Îşaya 61:1-2
 - f. 4:25-26 Padîşah I, 17:8-16
 - g. 4:27 Padîşah II, 5:1-14
 

