Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Danezana Yûhennayê Imadkar
 - 1
 - Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês* serwerê Celîlê* bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû
 - 2
 - û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê* kurê Zekerya re hat.
 - 3
 - Îcar Yûhenna çû û li seranserê Çemê Urdunê hîn dikir, ku xelk imad* bibin û tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin.
 - 4
 - Çawa ku di kitêba* gotinên Îşaya* pêxember de hatiye nivîsîn:
«Dengê yê li çolê bang dike:
‹Riya Xudan amade bikin
Şiveriyên wî sererast bikin! - 5
 - Her gelî wê tije bibin,
Her çiya û gir wê nizim bibin,
Xwarî wê rast bibin
Û riyên asê wê hilû bibin. - 6
 - Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›»[a] 
 - 7
 - Îcar elalet* dihatin, da ku ji aliyê Yûhenna ve bên imadkirin*. Wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber wê xezeba ku tê, birevin?
 - 8
 - De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm* bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake.
 - 9
 - Ji xwe bivir li ser qurmê daran e. Her dara ku berê qenc nede, wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.»
 - 10
 - Û elaletê ji wî pirsî û got: «Nexwe em çi bikin?»
 - 11
 - Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wusa bike.»
 - 12
 - Bacgir* jî hatin, da ku imad bibin û gotin: «Mamoste, ma em çi bikin?»
 - 13
 - Wî ji wan re got: «Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.»
 - 14
 - Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»
 - 15
 - Ew xelk hemû di hêviyê de dima û li ser Yûhenna di dilê xwe de digotin: «Ma gelo Mesîh* ev e?»
 - 16
 - Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê* Pîroz û bi êgir we imad bike.
 - 17
 - Melhêba wî di destê wî de ye, da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
 - 18
 - Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî* bi wan dida bihîstin.
 - 19
 - Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês* Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat*,
 - 20
 - Hêrodês li ser hemû xerabiyên xwe ev jî bi ser de zêde kir, ku wî Yûhenna avêt zîndanê.
 - Imadbûna Îsa
 - 21
 - Gava xelk hemû dihat imadkirin*, Îsa jî imad bû. Wê kêlîka ku Îsa dua dikir, ezman vebû
 - 22
 - û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
 - Malbavka Îsa
 - 23
 - Îsa bi xwe, gava ku dest bi hînkirina xwe kir, nêzîkî sî salî bû. Û wek ku dihat gumankirin ew kurê Ûsiv bû, kurê Elî,
 - 24
 - kurê Metat, kurê Lêwî, kurê Melkê, kurê Yannay, kurê Ûsiv,
 - 25
 - kurê Metîtya, kurê Amos, kurê Nahûm, kurê Heslî, kurê Necay,
 - 26
 - kurê Mehat, kurê Metîtya, kurê Şêmeyîn, kurê Yûsêx, kurê Yoda,
 - 27
 - kurê Yûhenan, kurê Rêşa, kurê Zerûbabel, kurê Şaltiyêl, kurê Nerî,
 - 28
 - kurê Melkê, kurê Êdî, kurê Qosam, kurê Êlmedam, kurê Er,
 - 29
 - kurê Yêşû, kurê Êliyazêr, kurê Yorîm, kurê Metat, kurê Lêwî,
 - 30
 - kurê Şimûn, kurê Cihûda, kurê Ûsiv, kurê Yonam, kurê Êlyaqîm,
 - 31
 - kurê Melya, kurê Mena, kurê Metêta, kurê Natan, kurê Dawid*,
 - 32
 - kurê Yêşa*, kurê Ovêd, kurê Bowaz, kurê Selmon, kurê Nehşon,
 - 33
 - kurê Amînadav, kurê Admîn, kurê Aram, kurê Hesrûn, kurê Perez, kurê Cihûda*,
 - 34
 - kurê Aqûb*, kurê Îshaq*, kurê Birahîm*, kurê Têrah, kurê Nehor,
 - 35
 - kurê Serûx, kurê Rêwo, kurê Pêlêg, kurê Eber, kurê Şalah,
 - 36
 - kurê Qênan, kurê Arpexşad, kurê Sam, kurê Nûh*, kurê Lamex,
 - 37
 - kurê Metûşela, kurê Henox*, kurê Yarêd, kurê Mahalalêl, kurê Qênan,
 - 38
 - kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem*, kurê Xwedê bû.
 
- a. 3:4-6 Ji: Îşaya 40:3-5
 

