Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan
 - 1
 - Lê roja pêşî ya heftiyê, hê sibê zû, ew jin hatin ser gorê. Wan giyayên bîhnxweş ên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn.
 - 2
 - Wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye,
 - 3
 - lê gava ew çûn nav wê, wan cesedê Xudan Îsa nedît.
 - 4
 - Gava ew ji ber vê yekê hê şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan.
 - 5
 - Jinan ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: «Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin?
 - 6
 - Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot:
 - 7
 - ‹Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, bê xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.›»
 - 8
 - Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe.
 - 9
 - Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û ji hemûyên din re her tişt gotin.
 - 10
 - Yên ku xeber ji Şandiyan* re anîn, ev in: Meryema* Mejdelanî, Yohana, Meryema* diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn.
 - 11
 - Ev yek li ber çavên Şandiyan wek çîrokeke pûç xuya bû û wan ji jinan bawer nekir.
 - 12
 - Lê Petrûs rabû ser xwe û bezî ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwar kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û li vî tiştê bûyî şaş dima.
 - Li ser Riya Emwasê
 - 13
 - De îcar di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî ku navê wî Emwas bû. Ev gund bi qasî yanzdeh kîlometreyan ji Orşelîmê dûr bû.
 - 14
 - Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn.
 - 15
 - Îcar gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû.
 - 16
 - Lê çavên wan dihatin girtin, da ku ew wî nas nekin.
 - 17
 - Îsa ji wan re got: «Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?» Ew bi xemgînî rawestan
 - 18
 - û yekî ji wan ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: «Ma tu yê bi tenê yî ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi çêbûye!»
 - 19
 - Wî ji wan pirsî û got: «Çi çêbûye?» Û wan got: «Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û li ber tevahiya gel hêzdar bû
 - 20
 - û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku cezayê mirinê bidinê, ew dan dest û wan ew xaç kir?
 - 21
 - Lê me hêvî dikir, ku yê Îsraêl xilas bike, ew e. Ji bilî van hemûyan jî, va ye, îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne.
 - 22
 - Bi ser de çend jinên ji nav me em şaş kirin. Ew hê sibê zû li ser gorê bûn,
 - 23
 - û cesedê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku milyaket li ber çavên wan xuyabûn û gotin ku ew dijî.
 - 24
 - Li ser vê yekê hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û çawa ku jinan gotibû, wusa dîtin. Lê wan ew bi xwe nedît.»
 - 25
 - Îsa ji wan re got: «Hey hûn bêhişno! Hûn ên ku bi derengî bi hemû gotinên pêxemberan bawerî tînin!
 - 26
 - Ma nediviya ku Mesîh ev tişt bikişandana û bigihîşta berziya xwe?»
 - 27
 - Îcar wî ji Mûsa* û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re tiştên ku li ser wî di hemû Nivîsarên* Pîroz de hatibûn nivîsîn, şîrovekirin.
 - 28
 - Gava ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn, Îsa wek ku ewê hê wêvetir biçûya kir.
 - 29
 - Lê wan li ber wî da û jê re gotin: «Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û roj li ber ava ye!» Îsa bi wan re çû û derbasî hundir bû, da ku li ba wan bimîne.
 - 30
 - Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.
 - 31
 - Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê ew ji ber çavên wan winda bû.
 - 32
 - Wan ji hev re got: «Çaxê ku ew di rê de bi me re dipeyivî û Nivîsarên Pîroz ji me re şîrove dikirin, ma gotinên wî agir bi dilê me nedixistin?»
 - 33
 - Û hema di wê saetê de herdu rabûn û vegeriyan Orşelîmê. Wan her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyayî dîtin.
 - 34
 - Wan ên din digotin: «Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn* daye.»
 - 35
 - Wan herduyan jî got ku di rê de çi çêbû û gava ku Îsa nan şikand, wan çawa ew nas kir.
 - Îsa Xwe Nîşanî Şagirtan Dide
 - 36
 - Hê ew wusa bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de rawesta û got: «Silamet li ser we be!»
 - 37
 - Lê ew bizdiyan û tirsiyan, wan guman kir ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin.
 - 38
 - Îsa ji wan re got: «Çima hûn şaş mane û dudilî ne?
 - 39
 - Li dest û lingên min binêrin, ez bi xwe me. Destên xwe li bedena min bidin û bibînin; çimkî ruh bê goşt û hestî ye, lê wek ku hûn dibînin, ez bi goşt û hestî me!»
 - 40
 - Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan dan.
 - 41
 - Lê wan ji şabûnê hê bawer nekiribû û şaşmayî bûn. Îcar wî ji wan re got: «Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?»
 - 42
 - Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dan wî.
 - 43
 - Wî ew ji destê wan rahişt û li pêş wan xwar.
 - 44
 - Hingê wî ji wan re got: «Ha ew gotinên min ên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa, di Nivîsarên Pêxemberan û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, bên cih.»
 - 45
 - Hingê wî hişê wan vekir, da ku ew bikarin Nivîsarên* Pîroz fêm bikin.
 - 46
 - Û wî ji wan re got: «Weha hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe
 - 47
 - û ji Orşelîmê bigire heta hemû miletên dinyayê, bi navê wî tobe û efûbûna gunehan, wê ji wan re bê danbihîstin.
 - 48
 - Hûn şahidên van tiştan in
 - 49
 - û va ye, ezê soza Bavê xwe bişînim ser we. Lê hûn li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor hêzê bistînin.»
 - Hilkişîna Îsa nav Ezmanan
 - 50
 - Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin.
 - 51
 - Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên.
 - 52
 - Ew jî perizîn* wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê.
 - 53
 - Û ew her dem di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan. 
 

