Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Bêbextî û Xayîntiya Cihûda 
1
Cejna* Nanê Şkeva ya ku jê re Cejna* Derbasbûnê tê gotin, nêzîk dibû.
2
Serekên kahînan û Şerîetzan li riyekê digeriyan, ka çawa Îsa bikujin, çimkî ew ji xelkê ditirsiyan.
3
Hingê Îblîs* ket dilê Cihûdayê ku jê re Îsxeryotî digotin. Ew yek ji her diwanzdehan bû.
4
Cihûda rabû, çû ba serekên kahînan û serwerên parêzgerên Perestgehê, bi wan re peyivî, ka wê çawa bikare Îsa bide destê wan.
5
Ew gelek şa bûn û bi wî re li hev hatin ku ew peran bidin wî.
6
Cihûda jî razî bû û li keysekê geriya, bê ku elalet hebe, wî bide destê wan.
Amadekirina Şîva Cejna Derbasbûnê 
7
Û roja Cejna* Nanê Şkeva hat, a ku diviya, tê de berxê goriya* Cejna Derbasbûnê bê şerjêkirin.
8
Îsa Petrûs û Yûhenna şandin û ji wan re got: «Herin, şîva Cejna Derbasbûnê ji me re amade bikin, da ku em bixwin!»
9
Wan jî got: «Ma tu dixwazî ku em wê li ku derê amade bikin?»
10
Wî li wan vegerand û got: «Gava hûn bikevin nav bajêr, mirovekî ku rahiştiye cerekî avê, wê rastî we bê. Hûnê li pey wî herin û herin wî xaniyê ku ew bikeviyê
11
û ji malxwê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya mêvanan a ku ez li wê bi şagirtên xwe re şîva Cejna Derbasbûnê bixwim, li ku derê ye?›
12
Hingê ewê li jor odeyeke mezin a raxistî nîşanî we bide. Li wê derê şîvê amade bikin.»
13
Ew çûn, wan her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû, dîtin û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin.
Şîva Xudan 
14
Gava bû çaxê şîvê, Îsa bi Şandiyan* re li ser sifrê rûnişt
15
û ji wan re got: «Hê ji berî ku ez cefayê bikişînim, dilê min gelek xwest ku ez bi we re vê şîva Cejna* Derbasbûnê bixwim.
16
Çimkî ez ji we re dibêjim, heta ku di Padîşahiya Xwedê de pêk neyê, ez tu caran ji vê cejnê naxwim.»
17
Piştre wî rahişt kasekê, şikir kir û got: «Ha ji we re vê bistînin û di nav xwe de leva* bikin.
18
Çimkî ez ji we re dibêjim, heta Padîşahiya Xwedê neyê, ez qet ji ava mêwê venaxwim.»
19
Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
20
Piştî şîvê wî kase hilda û got: «Ev kasa ha ya ku ji xwîna min e di ber we de hatiye rijandin, Peymana Nû ye.
21
Lê va ye, destê wî yê ku min bide dest, bi min re li ser sifrê ye.
22
Erê, Kurê Mirov wek ku biryar hatiye dayîn, wê here, lê belê wey li wî kesê ku wî bide dest.»
23
Hemû şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, ka kî ji wan e, yê ku wê vî karî bike?
Yê Mezin Kî Ye? 
24
Devjenî ket nav wan, ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin.
25
Îsa ji wan re got: «Padîşahên miletan hukumdariyê li ser wan dikin û yên ku serdestiyê li wan dikin, dixwazin ku ji wan re qencîxwaz bê gotin.
26
Lê belê divê hûn ne wusa bin. Bila yê herî mezin di nav we de wek yê herî biçûk û yê serek wek yê xulam be.
27
Ma yê mezintir kî ye? Gelo yê li ser sifrê rûniştî, an yê ku xizmetê dike? Ma yê li ser sifrê rûniştî ne mezintir e? Lê ez di nav we de wek xizmetkarekî me.
28
«Hûn ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine*.
29
Û ezê ji we re padîşahiyekê bidim, çawa Bavê min ew daye min,
30
da ku hûn di Padîşahiya min de li ser sifra min bixwin, vexwin û li ser textan rûnin û dîwana* her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.
Îsa ji pêşî ve li ser Înkarkirina Petrûs Dibêje 
31
«Şimûn*, Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe.
32
Lê min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî, dilê birayên xwe qayîm bike.»
33
Şimûn lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez amade me bi te re herim zîndanê û mirinê jî.»
34
Îsa got: «Petrûs, ez ji te re dibêjim, hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
Xweamadekirina ji Tengahiyê re 
35
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Çaxê min hûn bê xelîtik*, bê tûr û bê pêlav şandin, ma tiştek ji we kêm bû?» Wan got: «Na, tu kêmahiya me nebû.»
36
Îsa ji wan re got: «Lê niha ewê ku xelîtka* wî heye, bila wê bi xwe re bîne, wusa jî yê ku tûrê wî heye û ewê ku bê şûr e, bila ebayê xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikirre.
37
Çimkî ez ji we re dibêjim ku eva hatiye nivîsîn, divê li ser min bê cih, ku dibêje: ‹Û ew bi xerabkeran re hat hesabkirin.›[a] Çimkî tiştên ku li ser min hatine nivîsîn wê bên serî.»
38
Wan got: «Ya Xudan, va ye, du şûr li vir hene.» Wî jî ji wan re got: «De bes e.»
Îsa li ser Çiyayê Zeytûnê Dua Dike 
39
Îsa derket û wek her car çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî çûn.
40
Gava ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.»
41
Ew, hema bêje bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan, dua kir
42
û got: «Ya Bavê* min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike. Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.»
43
Îcar milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî.
44
Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser erdê.[b]
45
Çaxê ku ew ji dua xwe rabû û li şagirtên xwe vegeriya, wî dît ku ew ji kederê bi xew ve çûne.
46
Wî ji wan re got: «Çima hûn bi xew ve diçin? Rabin ser xwe û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê.»
Girtina Îsa 
47
Hê ew wusa dipeyivî, birrek mirov, li pêşiya wan Cihûdayê ku yek ji her diwanzdeh şagirtan bû, bi ser wan de hat. Cihûda ber bi Îsa ve hat, da ku wî ramûse.
48
Îsa jê re got: «Cihûda, ma tê bi ramûsanekê Kurê Mirov bidî destê wan?»
49
Gava yên li dora wî dîtin, ka wê çi bibe, wan got: «Ya Xudan, ma em bi şûr lêxin?»
50
Û yekî ji wan şûr avêt xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir.
51
Lê Îsa got: «Bes e!» Wî destê xwe danî ser guhê wî û ew qenc kir.
52
Piştre Îsa ji wê koma ku bi ser wî de hatibû re, ji serekên kahînan, serwerên parêzgerên Perestgehê û mezinan re got: «Hûn weha bi şûr û daran hatine; ma hûn hatine pêşiya rêbirekî?
53
Çaxê ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, we destê xwe dirêjî min nekir. Lê belê ev saeta we ye, serdestiya taristaniyê ye.»
Petrûs Îsa Înkar dike 
54
Îcar wan Îsa girt û birin, ew xistin xaniyê Serokkahîn. Petrûs jî ji dûr ve li pey wî diçû.
55
Gava di nav hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Petrûs di nav wan de rûnişt.
56
Keçikeke berdestî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kirin û got: «Evê ha jî bi Îsa re bû.»
57
Lê wî înkar kir û got: «Ya jinikê, ez wî nas nakim.»
58
Piştî kêlîkekê, yekî din ew dît û got: «Tu jî yek ji wan î.» Petrûs lê vegerand û got: «Na camêr, ez ne ji wan im.»
59
Gava nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji dil got: «Hema bi rastî evê ha jî bi wî re bû, çimkî ew ji Celîlê ye.»
60
Lê Petrûs lê vegerand û got: «Ey camêr, ez nizanim ka tu çi dibêjî.» Hema hingê hê ew dipeyivî, dîk bang da.
61
Hingê Xudan li pişt xwe zivirî, li Petrûs nêrî; îcar peyva Xudan hat bîra Petrûs, çawa ku wî jê re gotibû: «Hê dîk îro bang nedayî, tê sê caran min înkar bikî.»
62
Petrûs derket derve û bû kûrkûra giriyê wî.
Parêzger bi Îsa Dikenin û li Wî Dixin 
63
Îcar ew zilamên ku Îsa girtibûn, pê kenîn û lê xistin.
64
Wan çavên wî girêdan, jê pirsîn û gotin: «De ka pêxemberîtiyê bike, yê ku li te xist kî ye?»
65
Û wan hê bêtir gotinên bêfihêt jê re gotin.
Îsa di Civîna Giregirên Cihûyan de 
66
Gava bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û Şerîetzan li hev civiyan. Û ew anîn civîna xwe ya giregiran
67
û ji wî re gotin: «Eger tu Mesîh î, ji me re bêje!» Îsa bersîva wan da û got: «Eger ez ji we re bêjim, hûn qet bawer nakin
68
û eger ez ji we bipirsim jî, hûn qet bersîva min nadin.
69
Lê ji niha û pê ve ‹Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.›[c] »
70
Îcar hemûyan bi hev re jê pirsî: «Nexwe tu Kurê* Xwedê yî?» Wî jî ji wan re got: «Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.»
71
Wan got: «Ma çi hewcedariya me bi şahidiyê heye? Me bi xwe ji devê wî bihîst.»
  1. a. 22:37 Ji: Îşaya 53:12
  2. b. 22:44 Di hin destnivîsaran de ayetên 43-44 tune.
  3. c. 22:69 Ji: Zebûr 110:1