Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silav 
1
Ji Cihûda*, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb*,
ji gazîkiriyên ku ji aliyê Bav Xwedê ve tên hezkirin û bi Îsa Mesîh tên parastin re:
2
Aştî, rehm û hezkirin ji we re zêde bibe.
Guneh û Dîwan 
3
Hezkirîno, çaxê min bi xîretkêşî xwest li ser xilasiya me ya hevpar ji we re binivîsim, min xwe mecbûr dît ku ez binivîsim û ji we hêvî bikim ku hûn, ji bo baweriya* ku yekcar li pîrozan* hatiye spartin, tekoşînê* bikin.
4
Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê* hatine destnîşankirin
5
Îcar her çiqas hûn her tiştî dizanin jî, ez dixwazim bînim bîra we ku Xudan gelê xwe ji diyarê Misrê xilas kiribe jî, yên ku bawer nekirin, piştre helak kirin.[a]
6
Û wî ew milyaketên ku serwertiya xwe neparastin, lê belê dev ji rûniştgehên xwe berdan, bi zincîrên herheyî ji bo dîwana Roja Mezin di bin tariyê de hilanîn.
7
Bi eynî awayî Sodom, Gomora û bajarên der û dora wan jî wek wan fuhûşî kirin û ketin pey bedenên din. Ew bajar bi kişandina cezayê agirê herheyî bûn mînak.[b]
8
Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar* dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin.
9
Lê belê gava ku serekmilyaket Mîxayîl li hember Îblîs derket û ji bo cesedê Mûsa* munaqeşe kir, ranebû ku bi çêrkirinê wî sûcdar bike. Lê tenê got: «Bila Xudan dengê xwe li te hilde!»
10
Lê evên ha, çêrî tiştên ku nizanin dikin û wek heywanên bêfêm, bi tiştên ku ji ber xwe fêm dikin, helak dibin.
11
Wey li wan! Ew li ser riya Qayîn* çûn û ji bo qezencê xwe avêtin nav xapandina Balam* û di serhildana Qorax* de helak bûn.[c]
12
Evên ha di ziyafetên we yên hezkirinê de bê tirs dixwin û vedixwin, ew leke ne. Ew mîna wan şivanan in ku bi tenê xwe xweyî dikin. Ewrên bêbaran in ên ku li ber bayê diçin; darên payîzê yên bêfêkî ne, ew du caran mirine û ji ra* ve hatine hilkirin.
13
Ew wek şeqilên deryayê yên hêç ên ku kef didin, şerma xwe direşînin. Ew wek stêrên serserî ne ku ji bo wan tariya reş her û her hatiye hilanîn.
14
Henoxê* ku piştî Adem* ji nifşê* heftan e li ser wan weha pêxemberîtî* kir: «Va ye, Xudan bi deh hezarên xwe yên pîroz ve hat,[d]
15
da ku dîwana hemûyan bike û ji bo hemû kirinên nepak ku wan bi nepakiyê kirine û ji bo hemû tiştên hişk ên ku gunehkarên nepak li hember Xudan gotine, bala her yekî bikişîne ser sûcê wî.»
16
Evên ha pitepit dikin, gazinan dikin, li gor xwestekên xwe rêve diçin, devê wan peyvên* mezin dibêjin, ji bo qezencê siyaneta* xelkê digirin.
Hişyarî û Şîret 
17
Lê hûn, ey hezkirîno, gotinên ku ji pêşî ve ji aliyê Şandiyên* Xudanê me Îsa Mesîh ve hatine gotin, bînin bîra xwe,
18
ku ji we re digotin: «Di dema dawî de tinazkarên ku li gor xwestekên xwe yên nepak rêve diçin, wê derkevin.»[e]
19
Ev ew in, ên ku dubendiyê dikin, nefsanî ne û ji Ruh bêpar in.
20
Lê hûn, ey hezkirîno, xwe li ser baweriya xwe ya herî pîroz ava bikin, bi Ruhê* Pîroz dua bikin,
21
xwe di hezkirina Xwedê de bigirin û ji bo jiyana herheyî li hêviya rehma Xudanê me Îsa Mesîh bimînin.
22
Li yên ku dudilî ne, rehmê bikin.
23
Yên ku di nav êgir de ne, bikişînin û xilas bikin, li hinekên din bi tirs werin rehmê, lê heta bila cênika we ji kirasên ku ji bedena gunehkar lewitîne jî biçe.
Pesin ji Xwedê re 
24
Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;
25
bila ji beriya deman ve, niha û her û her, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh rûmet, mezinahî, karîn û desthilatî jê re be. Amîn*.
  1. a. 1:5 Derketin 12:51; Hejmartin 14:29-30
  2. b. 1:7 Destpêkirin 19
  3. c. 1:11 Qayîn: Destpêkirin 4:3-8; Balam: Hejmartin 22; Qorax: Hejmartin 16
  4. d. 1:14 Destpêkirin 5:18-24
  5. e. 1:18 Petrûs II, 3:3