Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Nexweşê Sî û Heşt Salan Qenc Dibe 
1
Piştî vê yekê cejneke Cihûyan hat û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
2
Li Orşelîmê, li ber Dergehê Miyê hewzeke bi pênc eywanan hebû. Bi Îbranî* jê re ‹Beythasta› dibêjin.
3
-4 Di wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht* û felcî vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman.[a]
5
Mirovek li wê derê hebû ku ji sî û heşt salan ve nexweş bû.
6
Îsa ew vezelandî dît û dizanibû ku ji demeke dirêj ve ye ku ew nexweş e. Wî jê re got: «Ma tu dixwazî sax bibî?»
7
Mirovê nexweş lê vegerand û got: «Ezbenî, kesekî min ê ku gava av diçeliqe min bixe hewzê tune. Dema ku ez dikim xwe bavêjimê, yekî din beriya min xwe davêjê.»
8
Îsa jê re got: «Rabe, doşeka xwe rake û rêve here.»
9
Di cih de mirov sax bû, doşeka xwe rakir û rêve çû.
Îcar ew roj Şemî bû
10
û serekên Cihûyan ji wî mirovê ku qenc bûbû re gotin: «Îro Şemî ye! Nabe ku tu doşeka xwe rakî.»
11
Wî bersîva wan da: «Wî mirovê ku ez sax kirim ji min re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here.›»
12
Wan jê pirsî: «Ew kî ye ku ji te re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve here›?»
13
Lê mirovê ku hatibû qenckirin, nizanibû ew kî ye, çimkî li wir gelek mirov civiyabûn û Îsa jî di nav wan de xwe windakiribû.
14
Piştî vê yekê Îsa ew li Perestgehê* dît û jê re got: «Binêre, tu sax bûyî! Êdî gunehan neke, da ku tiştekî hê xerabtir neyê serê te.»
15
Mirov çû ji serekên Cihûyan re got yê ku ew sax kiriye Îsa ye.
16
Ji bo vê yekê êdî wan tengahî dida Îsa, çimkî wî ev kar di roja* Şemiyê de dikirin.
17
Hingê Îsa bersîva wan da: «Bavê* min heta bi îro jî dixebite, ez jî dixebitim.»
18
Ji bo vê yekê serekên Cihûyan hê bêtir xebitîn ku wî bikujin. Çimkî wî ne bi tenê roja Şemiyê şikandibû, lê wî gotibû: «Xwedê bavê min bi xwe ye» û xwe bi Xwedê re yek girtibû.
Xwedê Desthilatî Daye Kur 
19
Loma Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, Kur nikare tiştekî ji ber xwe bike, lê tenê tiştên ku ew dibîne Bav dike, ew jî wan dike. Bav çi bike, Kur jî wusa dike.
20
Çimkî Bav ji Kur hez dike û hemû tiştên ku dike nîşanî wî dide. Ewê tiştên hê mezintir nîşanî wî bide wusa ku hûn lê şaş bimînin.
21
Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan.
22
Bav dîwana* tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur,
23
da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wusa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake.
24
«Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê.
25
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê dengê Kurê* Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn.
26
Çimkî çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be.
27
Wî desthilatiya dîwankirinê jî da wî. Çimkî ew Kurê* Mirov e.
28
Li vê yekê şaş nemînin, çimkî ew wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin
29
û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin.
30
«Ez nikarim tiştekî ji ber xwe bikim; wek ku ez dibihîzim ez dadbar dikim. Dadbarkirina min rast e, çimkî ez ne li daxwaza xwe, lê li daxwaza yê ku ez şandime digerim.
Şahidiya ji bo Îsa 
31
«Eger ez ji bo xwe şahidiyê bikim, şahidiya min ne rast e.
32
Lê yekî din heye ku ji bo min şahidiyê dike û ez dizanim ew şahidiya ku ew ji bo min dike rast e.
33
We mirov şandin ba Yûhenna û wî şahidiya rastiyê kir.
34
Lê ez şahidiya ku ji mirov tê naxwazim, lê belê ji bo ku hûn xilas bibin ez van dibêjim.
35
Yûhenna çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê bi vê ronahiya wî dilşa bibin.
36
Lê şahidiya min di ser şahidiya Yûhenna re ye. Ew karên ku Bav spartine min da ku ez pêk bînim, ew karên ku ez dikim, ji bo min şahid in ku Bav ez şandime.
37
Û Bavê ku ez şandime bi xwe jî ji bo min şahidî kiriye. We tu caran ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye.
38
Û peyva* wî di dilê we de namîne, çimkî hûn ji yê ku wî şandiye bawer nakin.
39
Hûn li Nivîsarên Pîroz dikolin, çimkî li gor bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan de ye û yên ku şahidiya min dikin jî ew in.
40
Lê hûn naxwazin bên ba min, da ku jiyana we hebe.
41
«Ez rûmeta ku ji mirov tê naxwazim.
42
Lê ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune.
43
Ez bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl bikin.
44
Hûn ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin?
45
Nefikirin ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim; yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ewê ku we hêviya xwe bi wî ve girêdaye.
46
Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye.
47
Lê eger hûn bi nivîsînên wî bawer nakin, hûnê çawa bi gotinên min bawer bikin?»
  1. a. 5:4 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Çimkî dem bi dem milyaketekî Xudan* diket avê û ew diçeliqand. Piştî çeliqandinê, kesê ku berî hemûyan biketa avê, ew ji nexweşiya xwe sax dibû.»