Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ava Jiyana Herheyî û Perizîna bi Ruh û Rastiyê
 - 1
 - Dema Îsa hîn bû ku Fêrisiyan* bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt civandine û bi avê imad dike
 - 2
 - – lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin –
 - 3
 - ew ji Cihûstanê* derket û dîsa çû Celîlê*.
 - 4
 - Di dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê* re derbas bibe.
 - 5
 - Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî wê zeviyê bû ku Aqûb* dabû kurê xwe Ûsiv.
 - 6
 - Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa wusa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê rûnişt. Wext nîvro bû.
 - 7
 - Jineke Samerî* hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez vexwim.»
 - 8
 - Şagirtên wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin.
 - 9
 - Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.» – Tu têkiliya Cihûyan bi Sameriyan re tune. –
 - 10
 - Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya, teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.»
 - 11
 - Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu pê avê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê bînî?
 - 12
 - Ma tu ji bavê me Aqûb mezintir î, ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.»
 - 13
 - Îsa bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî bibe.
 - 14
 - Lê kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku diherike.»
 - 15
 - Jinikê jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm ji vir avê nekişînim.»
 - 16
 - Îsa lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.»
 - 17
 - Jinikê bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast got ku mêrê te tune,
 - 18
 - çimkî pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te ev rast got.»
 - 19
 - Jinikê jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î.
 - 20
 - Bav û kalên me li vî çiyayî perizîn*, lê hûn dibêjin cihê ku divê mirov lê biperize li Orşelîmê ye.»
 - 21
 - Îsa jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav*.
 - 22
 - Hûn diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê.
 - 23
 - Lê belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî awayî diperizin wî.
 - 24
 - Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî.»
 - 25
 - Jinikê jê re got: «Ez dizanim ku Mesîh» – yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin – «wê bê û gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.»
 - 26
 - Îsa jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
 - 27
 - Li ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re dipeyivî?»
 - 28
 - Îcar jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got:
 - 29
 - «Werin, wî mirovî bibînin, ku hemû tiştên ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?»
 - 30
 - Xelk ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
 - 31
 - Di vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: «Mamoste, tiştekî bixwe!»
 - 32
 - Lê Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.»
 - 33
 - Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re xwarin aniye?»
 - 34
 - Îsa ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime bikim û karên wî pêk bînim.
 - 35
 - Ma hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye, ez ji we re dibêjim, çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne binêrin.
 - 36
 - Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin.
 - 37
 - Çimkî li vir peyva* ‹Yek diçîne û yek didirû› rast e:
 - 38
 - Min hûn şandin, da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn; hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.»
 - Xelkê Sameryayê Baweriyê bi Îsa Tînin
 - 39
 - Gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot: «Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi Îsa anîn.
 - 40
 - Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma.
 - 41
 - Gelekên din jî li ser gotina wî bawerî anîn
 - 42
 - û wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»
 - Îsa Kurê Karmendekî Qenc Dike
 - 43
 - Piştî van herdu rojan Îsa ji wir çû Celîlê.
 - 44
 - Îsa bi xwe bûbû şahid ku siyaneta* pêxemberekî li welatê wî tune.
 - 45
 - Îcar dema ku ew hat Celîlê, Celîliyan ji dil ew qebûl kir. Çimkî ew bi xwe jî li Orşelîmê beşdarî Cejna* Derbasbûnê bûbûn û tiştên ku wî kiribûn, dîtibûn.
 - 46
 - Ew dîsa hat Qenaya Celîlê ku wî lê av kiribû şerab. Li wir karmendekî padîşah hebû ku kurê wî li Kefernahûmê nexweş bû.
 - 47
 - Dema wî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew hat ba Îsa û jê lava kir ku kurê wî qenc bike; çimkî ew li ber mirinê bû.
 - 48
 - Îsa ji wî re got: «Heta ku hûn nîşan û karên mezin nebînin, hûn qet bawer nakin.»
 - 49
 - Karmendê padîşah jê re got: «Ezbenî, beriya ku kurikê min bimire, xwe bigihîne ser.»
 - 50
 - Îsa lê vegerand û got: «Here, kurê te dijî.» Mirov bi peyva* ku Îsa jê re gotibû bawer kir û çû.
 - 51
 - Hê ew negihîştibû jêr, xulamên wî hatin pêşiya wî û jê re gotin: «Kurê te dijî.»
 - 52
 - Îcar wî ji xulamên xwe pirsî, ka kurê wî di kîjan saetê de ber bi qencbûnê ve çûye. Wan jê re got: «Duh piştî nîvro saet di yekê de, tayê ew berda.»
 - 53
 - Hingê bavê kurik fêm kir ku tam di wê saetê de Îsa jê re gotibû: «Kurê te dijî.» Îcar wî û tevahiya maliyên wî bawerî anîn.
 - 54
 - Ev nîşana diduyan bû ku çaxê Îsa ji Cihûstanê hatibû Celîlê çêkir.
 

