Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Girtina Îsa
 - 1
 - Piştî ku Îsa ev tişt gotin, bi şagirtên xwe ve derbasî aliyê din ê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçeyek hebû. Îsa û şagirtên xwe ketinê.
 - 2
 - Cihûdayê* ku ew da dest jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan.
 - 3
 - Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê.
 - 4
 - Îsa hemû tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû. Îcar derket pêş û ji wan re got: «Hûn li kê digerin?»
 - 5
 - Wan lê vegerand û gotin: «Li Îsayê Nisretî!» Îsa ji wan re got: «Ez ew im.»
Cihûdayê ku Îsa da dest jî bi wan re bû. - 6
 - Gava ku Îsa ji wan re got: «Ez ew im!» ew ber bi paş ve çûn û ketin erdê.
 - 7
 - Wî dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kê digerin?» Wan got: «Li Îsayê Nisretî.»
 - 8
 - Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got ku ez ew im; madem hûn li min digerin, bihêlin bila evên ha herin.»
 - 9
 - Wî ev got, da ew peyva ku wî gotibû bê cih: «Ji yên ku te dane min, min yek ji wan winda nekir.»[a] 
 - 10
 - Hingê Şimûn-Petrûs şûrê ku pê re bû kişand û daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir. Navê xulam Malxos bû.
 - 11
 - Îsa ji Petrûs re got: «Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?»
 - Li ber Serokkahîn
 - 12
 - Piştî vê yekê koma leşkeran û serdarê wan û parêzgerên Cihûyan Îsa girtin û girêdan.
 - 13
 - Pêşî ew birin ba Henanê ku xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa Serokkahînê wê salê bû.
 - 14
 - Ew Qeyafa bû yê ku şîreta «Di oxira gel de mirina yekî ji bo me çêtir e» li serekên Cihûyan kiribû.
 - Înkarkirina Petrûs
 - 15
 - Şimûn-Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê Serokkahîn bû, ew bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn.
 - 16
 - Lê Petrûs li derve, li ber derî rawestabû. Îcar şagirtê ku nasê Serokkahîn bû derket derve û bi dergehvanê re peyivî û Petrûs anî hundir.
 - 17
 - Ew keçika dergehvan ji Petrûs pirsî: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî mirovî yî?» Petrûs got: «Na, ne ez im.»
 - 18
 - Di vê navê de xizmetkar û parêzger li ber agirê ku ji komirê vêxistibûn, rawestabûn û xwe germ dikirin, çimkî dinya sar bû. Petrûs jî li ba wan rawestabû û xwe germ dikir.
 - Pirskirina Serokkahîn
 - 19
 - Hingê Serokkahîn, Îsa li ser şagirtên wî û hînkirina wî kişand pirsyariyê.
 - 20
 - Îsa bersîv da û got: «Ez bi eşkereyî bi xelkê re peyivîm. Min herdem li kinîştan û li Perestgeha ku hemû Cihû lê diciviyan hîn dikir. Min tu tişt bi dizî negot.
 - 21
 - Tu çima min dikişînî pirsyariyê? Ji yên ku ez bihîstime bipirse, ka min ji wan re çi gotiye; ew dizanin ku min çi gotiye.»
 - 22
 - Dema ku Îsa weha peyivî, yek ji parêzgerên ku li wê derê disekinîn sîleyek lê xist û got: «Çawa tu bersîva Serokkahîn weha didî?»
 - 23
 - Îsa lê vegerand û got: «Eger min ne rast gotibe, nerastiya min bêje. Lê eger ez rast dibêjim, tu çima li min dixî?»
 - 24
 - Hingê Henan ew girêdayî şand ba Qeyafayê Serokkahîn.
 - Petrûs Dîsa Îsa Înkar Dike
 - 25
 - Di vê navê de Şimûn-Petrûs hê rawestabû, xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?» Wî ev înkar kir û got: «Na, ne ez im.»
 - 26
 - Yek ji xizmetkarên Serokkahîn, mirovê wî yê ku Petrûs guhê wî birrîbû, jê pirsî: «Ma min tu di nav baxçe de bi wî re nedîtî?»
 - 27
 - Petrûs dîsa ev înkar kir û di wê gavê de dîk bang da.
 - Li ber Pîlatosê Walî
 - 28
 - Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna* Derbasbûnê bixwin.
 - 29
 - Loma Pîlatos derket derve, hat ba wan û pirsî: «Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?»
 - 30
 - Wan bersîva wî da û got: «Eger ev ne mirovekî xerabkar bûya, me ew teslîmî te nedikir.»
 - 31
 - Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin û li gor Şerîeta xwe dîwana wî bikin.» Cihûyan lê vegerand û gotin: «Destûra me tune ku em tu kesî bikujin.»
 - 32
 - Ev çêbû, da ku gotina Îsa ku pê îşaret kiribû, ka ewê bi mirineke çawa bimire, bê cih.
 - 33
 - Hingê Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Ma tu Padîşahê Cihûyan î?»
 - 34
 - Îsa lê vegerand û got: «Tu vê ji ber xwe dibêjî an hinekên din ev yek li ser min ji te re gotine?»
 - 35
 - Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çi kiriye?»
 - 36
 - Îsa bersîv da û got: «Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye; eger padîşahiya min ji vê dinyayê bûya, ji bo ku ez nekevim destê Cihûyan, xizmetkarên min wê li ber xwe bidana. Lê padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.»
 - 37
 - Pîlatos jî jê re got: «Nexwe tu padîşah î?» Îsa bersîv da û got: «Tu ji bo min dibêjî ku ez padîşah im. Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim. Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»
 - 38
 - Pîlatos jê pirsî: «Ma rastî çi ye?»
Piştî vê pirsê, Pîlatos dîsa çû derve ba Cihûyan û ji wan re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina wî nabînim. - Îsa Cezayê Mirinê Distîne
 - 39
 - Lê adeta we ye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
 - 40
 - Li ser vê yekê wan bi qîrîn got: «Ne vî mirovî, lê Barabas berde!» Barabas jî serhildêrek bû.
 
- a. 18:9 Yûhenna 6:39
 

