Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mêwa Rastîn 
1
«Ez mêwa rastîn im, Bavê min jî rezvan e.
2
Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike.
3
Bi gotina ku min ji we re got, ji xwe hûn paqij in.
4
Bi min re bimînin, ez jî bi we re. Çawa ku şivik bi mêwê ve nemîne ji ber xwe nikare fêkî bide, hûn jî wusa bi min re nemînin hûn nikarin fêkî bidin.
5
«Ez mêw im, hûn jî şivik in. Yê ku bi min re dimîne û ez bi wî re dimînim, ew gelek fêkî dide. Çimkî bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin.
6
Eger yek bi min re nemîne, wê wek şivika mêwê bê avêtin derve û hişk bibe. Hingê ew tên civandin, tên avêtin nav êgir û dişewitin.
7
Eger hûn bi min re bimînin û gotinên min li ba we bimînin, hûn her çi dixwazin bixwazin, wê ji we re bê dayîn.
8
Bi zêde fêkî dayina xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.
9
«Wek ku Bav ji min hez dike, ez jî wusa ji we hez dikim. Di hezkirina min de bimînin.
10
Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim.
11
Min ev tişt ji we re gotin, da ku şabûna min bi we re be û şabûna we temam bibe.
12
Emrê min ev e: Ji hevdû hez bikin, wek ku min ji we hez kir.
13
Tu hezkirin ne di ser wê hezkirinê re ye ku mirovek di ber dostên xwe de canê xwe dide.
14
Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in.
15
Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn.
16
Ne we ez hilbijartim, lê min hûn hilbijartin û kifş kirin, da ku hûn herin fêkî bidin û fêkiyê we bimîne. Hingê hûn bi navê min çi ji Bav bixwazin ewê bide we.
17
Emrê min ji bo we ev e: Ji hevdû hez bikin.
Dijminahiya Dinyayê 
18
«Eger dinya ji we nefret bike, bizanin ku beriya we, ji min nefret kiriye.
19
Eger hûn ji dinyayê bûna, dinyayê wê ji yên xwe hez bikira. Lê ji bo ku min hûn ji dinyayê hilbijartine, hûn ne ji dinyayê ne. Ji ber vê yekê dinya ji we nefret dike.
20
Peyva ku min ji we re got bînin bîra xwe: ‹Xulam ne di ser axayê xwe re ye.› Eger wan tengahî dabe min, wê tengahiyê bidin we jî. Eger wan gotina min girtibe, wê gotina we jî bigirin.
21
Lê van hemû tiştan wê ji ber navê min bi we bikin, çimkî ew, wî yê ku ez şandime nas nakin.
22
«Eger ez nehatama û min ji wan re negota, gunehên wan wê tunebûya. Lê niha ji bo guneh hêceta* wan tune.
23
Yê ku ji min nefret dike, ji Bavê min jî nefret dike.
24
Karên ku tu kesî nekirine, eger min di nav wan de nekiribana, wê gunehên wan tunebûya. Lê niha wan dît û dîsa hem ji min hem jî ji Bavê min nefret kirin.
25
Lê belê ev yek çêbû, da ev gotina ku di Şerîeta wan de hatiye nivîsîn, bê cih:
«Wan bê sedem ji min nefret kir.»[a]
26
«Çaxê Alîkarê ku ezê ji ba Bav ji we re bişînim, ew Ruhê Rastiyê yê ku ji ba Bav derdikeve bê, ewê ji bo min şahidiyê bike.
27
Hûn jî, hûnê şahidiyê bikin, çimkî ji destpêkê ve hûn bi min re bûne.
  1. a. 15:25 Ji: Zebûr 35:19; 69:4