Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Li hember Cihêtiyê Rawestin 
1
Birayên min, hûn ên ku baweriyê bi Xudanê me yê bi rûmet Îsa Mesîh tînin, cihêtiyê nexin nav mirovan.
2
Mesela, eger yekî bi gustîlka zêrîn û bi cilên şewqdar bê civîna we û yekî belengaz jî bi cilên qirêjî bê
3
û hûn xatirê wî yê ku cilên şewqdar wergirtine bigirin û bêjin: «Kerem ke, li vir, li jor rûne» û ji yê belengaz re bêjin: «Li vir raweste» an: «Li ber lingên min rûne»,
4
ma hûn hingê di nav xwe de cihêtiyê nakin û nabin dadgerên* fikirxerab?
5
Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?
6
Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan*?
7
Ma ne ew in ku çêrî wî navê qenc dikin, ku li we hatiye kirin?
8
Eger hûn li gor Nivîsara* Pîroz a ku dibêje: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike»[a] , Şerîeta Padîşahiyê pêk bînin, hûn qenc dikin.
9
Lê eger hûn cihêtiyê bixin nav mirovan, hûn guneh dikin û hûnê ji aliyê Şerîetê ve sûcdar bên derxistin.
10
Çimkî kî ku tevahiya Şerîetê pêk bîne û di tiştekî tenê de bikeve, li ber tevahiya wê sûcdar e.
11
Çimkî yê ku gotiye: «Zînayê neke», gotiye: «Nekuje» jî.[b] Îcar, eger tu zînayê nekî, lê tu bikujî, te Şerîet şikandiye.
12
Wek wan ên ku wê bi şerîeta ku azadiyê dide bên dîwankirin*, weha bipeyivin û bikin.
13
Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
Bawerî û Kirin 
14
Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike?
15
Eger birayek an xwişkek tazî û bêyî xwarina rojane be
16
û yek ji we ji wan re bêje: «Bi xêr û silamet herin, germ bibin û têr bibin», lê hûn hewcedariya wan a bedenê nedin wan, hingê çi feyde heye?
17
Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.
18
Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim.
19
Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin – û dilerizin.
20
Ey mirovê bêhiş, ma tu dixwazî ku ji te re bê eşkerekirin, baweriya bêyî kirinan, bêkêr e?
21
Ma bavê me Birahîm*, gava ku kurê xwe Îshaq* li ser gorîgehê* pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe rastdar derket?[c]
22
Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû.
23
Bi vî awayî gotina vê nivîsarê hat cih: «Birahîm ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin»[d] û jê re dostê Xwedê hat gotin.[e]
24
Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.
25
Bi vî awayî, Rexaba* fahîşe jî gava ku nêrevan* qebûl kirin û ew di riyeke din re şandin, ma ew ne bi kirinan rastdar derket?[f]
26
Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wusa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.
  1. a. 2:8 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18
  2. b. 2:11 Ji: Derketin 20:13, 14; Dubarekirina Şerîetê 5:17, 18
  3. c. 2:21 Destpêkirin 22:1-14
  4. d. 2:23 Ji: Destpêkirin 15:6
  5. e. 2:23 Romayî 4:3; Galatî 3:6
  6. f. 2:25 Yêşû 2:1-21; 6:22-25