Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - 1
 - Ji bo vê yekê, madem ku soza ketina nav rihetiya wî hê heye, em bitirsin ku yek ji we ji wê bi paş ve mayî xuya nebe.
 - 2
 - Çimkî, wek ku Mizgînî ji wan re hat dayîn, ji me re jî hat dayîn. Lê belê peyva ku bihîstin bi kêrî wan nehat, çimkî yên ku peyv bihîstibûn, bi baweriyê* ve nekirin yek.
 - 3
 - Lê em ên ku me bawer kirine, emê bikevin wê rihetiyê, çawa ku Xwedê gotiye:
«Wek ku min di hêrsa xwe de sond xwar:
Ew tu caran nakevin rihetiya min.»[a]
Lê karên wî ji damezrandina dinyayê ve xilas bûne. - 4
 - Çimkî wî di derekê de li ser roja heftan weha gotiye: «Di roja heftan de Xwedê ji hemû kirinên xwe bîhna xwe veda.»[b]
 - 5
 - Û li vê derê dîsa dibêje: «Ew tu caran nakevin rihetiya min.»[c]
 - 6
 - Îcar yên ku berê Mizgînî bihîstibûn, ji ber ku bi ya wê nekirin, neketin rihetiyê. Lê belê ketina vê rihetiyê ji bo hinekan hê parastî ye.
 - 7
 - Loma piştî demeke dirêj Xwedê bi devê Dawid* dibêje «îro» û careke din rojekê destnîşan dike. Wek ku berî niha hatiye gotin:
«Eger îro hûn dengê wî bibihîzin,
Dilê xwe hişk nekin.»[d] - 8
 - Çimkî eger Yêşû* rihetî dabûya wan, Xwedê piştre li ser rojeke din nedigot.
 - 9
 - Nexwe, ji bo gelê Xwedê rihetiyeke roja* Şemiyê dimîne.
 - 10
 - Wek ku Xwedê ji kirinên xwe bîhna xwe veda, yê ku dikeve nav rihetiya Xwedê jî ji kirinên xwe bi xwe bîhna xwe vedide.[e]
 - 11
 - Loma ji bo ku tu kes bi eynî cûreyê neguhdariyê nekeve, em xîretkêşiyê bikin, da ku em bikevin wê rihetiyê.
 - 12
 - Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e. Ji her şûrê dudev hê tûjtir e. Û heta can û ruh, hem jî movik û mejî ji hev veqetîne, lê diçe; dîwana* niyet û ramanên dil dike.
 - 13
 - Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê tazî û vekirî ye.
 - Serokkahîn Îsa
 - 14
 - Loma, madem ku Serokkahînê me yê mezin ê ku di ezmanan re derbas bûye, Kurê* Xwedê Îsa heye, em wê baweriya ku em eşkere dikin hişk bigirin.
 - 15
 - Çimkî Serokkahînê me ne wusa ye ku di qelsiyên me de nekare hevpariya dilîniya me bike, lê guneh ne tê de bi her awayî wek me hatiye ceribandin.
 - 16
 - Loma em bi cesaret nêzîkî textê keremê bibin, da ku rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin.
 
- a. 4:3 Ji: Zebûr 95:11
 - b. 4:4 Ji: Destpêkirin 2:2
 - c. 4:5 Ji: Zebûr 95:11
 - d. 4:7 Ji: Zebûr 95:7-8
 - e. 4:10 Destpêkirin 2:2
 

