Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Em Baldar Bin
 - 1
 - Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em averê* nebin.
 - 2
 - Çimkî eger peyva ku bi rêberiya milyaketan hatiye gotin qayîm bûbe û her sûc û neguhdariyê cezayê ku heq kiriye standibe,
 - 3
 - eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn.
 - 4
 - Xwedê jî ji vê re bi nîşanan, bi karên mezin û kerametên cûr bi cûr û bi diyariyên Ruhê* Pîroz ên ku li gor daxwaza xwe belav kirine, şahidî kir.
 - Kur Bû Bira
 - 5
 - Xwedê, wê dinya bê ya ku em li ser dipeyivin, bi milyaketan ve girê neda.
 - 6
 - Lê yekî li derekê gotiye û şahidî kiriye:
«Mirov çi ye ku tu bînî bîra xwe,
An jî kurê mirov çi ye ku tu xema wî bixwî? - 7
 - Te ew ji bo demekê ji milyaketan nizimtir kir,
Te taca rûmet û siyanetê* da serê wî.[a] - 8
 - Te her tişt xist bin lingên wî.»[b] 
Îcar gava ku Xwedê her tişt xist bin lingên wî, tu tiştê ku nexist bin lingên wî nehişt. Lê niha em hê nabînin ku her tişt ketiye bin lingên wî. - 9
 - Lê em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. Ew ji bo demekê ji milyaketan hat nizimtir kirin, da ku bi kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike.
 - 10
 - Li ber Xwedayê ku her tişt ji bo wî ye û pê çêbûye baştir bû ku pêşengê xelasiyê bi cefayan bigihanda tekûziyê, da ku wî gelek kur bigihandana rûmetê.
 - 11
 - Çimkî yê ku pîroz* dike û yên ku tên pîrozkirin, hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa şerm nake ku ji wan re bêje ‹bira›
 - 12
 - û dibêje:
«Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
Di nav civînê de ezê bi lavijeyan* pesnê te bidim.»[c] - 13
 - û weha jî dibêje:
«Ezê ewlehiya xwe bi wî bînim.»[d]
û weha jî:
«Va me, ez û zarokên ku Xwedê dane min!»[e] - 14
 - Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wusa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike
 - 15
 - û wan ên ku di hemû jiyana xwe de bi tirsa mirinê bûne xulam, azad bike.
 - 16
 - Çimkî, bêguman ew ne alîkariya milyaketan, lê belê alîkariya dûndana* Birahîm* dike.
 - 17
 - Loma diviya di her tiştî de bibûya mîna birayên xwe, wusa ku ew li ber Xwedê Serokkahînekî dilovan û ewledar be, da ku gunehên gel bide bexişandin.
 - 18
 - Ji ber ku ew bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin.
 
- a. 2:7 Di hin destnivîsaran de li dawiyê ev jî heye: «Te ew danî li ser karên destê te.»
 - b. 2:6-8 Ji: Zebûr 8:5-7
 - c. 2:12 Ji: Zebûr 22:22
 - d. 2:13 Ji: Îşaya 8:17
 - e. 2:13 Ji: Îşaya 8:18
 

