Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Şîretên Dawî 
1
Bila birahezî mayîndar be.
2
Mêvanperweriyê ji bîr nekin. Çimkî bi vê yekê hinekan bê ku bizanin milyaket kirin mêvan.[a]
3
Girtiyan bînin bîra xwe, wek ku hûn bi wan re girtî ne û cefakêşan jî bînin bîra xwe, wek ku di bedenê de hûn jî wek wan in.
4
Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike.
5
Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye:
«Ez tu caran te nahêlim,
Ez tu caran te bernadim.»[b]
6
Wusa ku em bi ewlehî bêjin:
«Xudan alîkarê min e,
Ez natirsim.
Mirov wê çi bi min bike?»[c]
7
Rêberên xwe, yên ku peyva Xwedê ji we re gotine, bînin bîra xwe. Dawiya jiyana wan bînin ber çavên xwe û baweriya wan ji xwe re bikin mînak.
8
Îsa Mesîh, duh, îro û her û her eynî ye.
9
Bi hîndariyên xerîb û cihê vir de wê de neyên kişkişandin, çimkî qenc e ku dil bi kerema Xwedê xurt bibe, ne bi xwarinên taybetî. Yên ku bi van mijûl bûn tu feyde nedîtin.
10
Gorîgeheke me heye ku yên di kon de xizmetê dikin, desthilatiya wan tune ku jê bixwin.
11
Çimkî ew heywanên ku Serokkahîn xwîna wan ji bo guneh dibe nav Cihê Pîroz, termê wan li derveyî wargeh tê şewitandin.[d]
12
Ji ber vê yekê Îsa jî, ji bo ku bi xwîna xwe gel pîroz bike, li derveyî dergeh cefa kişand.
13
Ji bo vê yekê em jî herin derveyî wargeh ba wî û şermezariya wî deynin ser xwe.
14
Çimkî li vir bajarekî me yê ku bimîne, tune; lê em, li yê ku wê bê digerin.
15
Loma em bi saya Îsa hergav wek goriyekê, pesnê Xwedê bidin, yanî fêkiyê lêvên ku navê wî eşkere dikin, pêşkêş bikin.[e]
16
Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva* bikin. Çimkî goriyên weha li Xwedê xweş tên.
17
Bi ya rêberên xwe bikin û ji gotina wan dernekevin. Çimkî ew wek ên ku wê hesab bidin, berevaniya canê we dikin. Guh bidin wan, da ku ew vê yekê ne bi nalîn, lê bi dilxweşî bikin. An na, wê ji bo we bê kêr be.
18
Ji bo me dua bikin. Em piştrast in ku wijdana me paqij e û em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin.
19
Ez bi zêdehî hêvî ji we dikim ku hûn dua bikin, da ku ez zû li we bêm vegerandin.
Silavên Aştiyê 
20
Îcar Xwedayê aştiyê, Xudanê me Îsayê ku şivanê mezin ê miyan e, bi xwîna Peymana herheyî ji nav miriyan rakir,
21
bila we bi her tiştên qenc rapêçe, da ku hûn daxwaza wî bînin cih û bila bi rêberiya Îsa Mesîh tiştê ku li wî xweş tê bi me bide kirin. Rûmet her û her ji wî re be. Amîn*.
22
Îcar birano, ez hêvî ji we dikim, van peyvên şîretê ragirin. Çimkî min ji we re kurt nivîsî.
23
Bizanin ku birayê me Tîmotêyos* serbest hat berdan. Eger di nêzîk de bê, ezê bi wî re bêm, we bibînim.
24
Silavan li hemû rêberên xwe û li pîrozan bikin. Yên li Îtalyayê silavan li we dikin.
25
Kerem li ser we hemûyan be. Amîn.
  1. a. 13:2 Destpêkirin 18:1-8; 19:1-3
  2. b. 13:5 Ji: Dubarekirina Şerîetê 31:6
  3. c. 13:6 Ji: Zebûr 118:6
  4. d. 13:11 Qanûna Kahîntiyê 16:27
  5. e. 13:15 Zebûr 50:14