Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mînaka Îsa 
1
Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin.
2
Em çavên xwe bidin ser pêşeng û temamkarê baweriya xwe Îsa. Wî ji bo şahiya ku li ber wî bû, xaç ragirt ser xwe û şermî bi tiştekî hesab nekir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.[a]
3
Îcar li ser wî bifikirin ê ku dijraberiya mezin a gunehkaran ragirtiye, da ku hûn newestin û di dilê xwe de sist nebin.
4
We hê di şerê li hember guneh de li ber xwe nedaye heta ku xwîna we bê rijandin.
5
Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje:
«Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne,
Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin*, sist nebe.
6
Çimkî Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike
Û her kurê ku qebûl dike ceza dike.»[b]
7
Ji bo terbiyebûnê hûn radigirin*, çimkî Xwedê wek zarokên xwe bi we re dide û distîne. Ma kîjan kur ji aliyê bavê xwe ve nayê terbiyekirin?[c]
8
Lê eger hûn ji terbiyekirina ku hemû pê tên terbiyekirin bêpar bin, hingê hûn ne kur in, lê hûn wek zarokên derveyî qanûnê ne.
9
Îcar ji vê zêdetir bavên me yên vê dinyayê yên ku em terbiye dikirin hebûn û me ji wan re hurmet kir. Ma emê ne hê bêtir bi ya Bavê* xwe yê ruhanî bikin û bijîn?
10
Bavên me wek ku qenc didîtin, em ji bo demeke kurt terbiye dikirin, lê Xwedê ji bo feyda me, me terbiye dike, da ku em bibin hevparên pîroziya* wî.
11
Rast e, her terbiyekirin di sêrî de ne wek şahî, lê belê wek xemgîniyê tê dîtin. Lê belê piştre ev ji bo yên ku bi wê hatine perwerdekirin, berê aştî û rastdariyê tîne.
12
Ji ber vê yekê, destên xwê yên daketî û çokên xwe yên bêtaqet bişidînin,[d]
13
ji bo lingên xwe riyên rast çêkin, da ku tiştê kulek ji movikê dernekeve, lê belê sax bibe.
Xwedê Red Nekin 
14
Bikevin pey wê yeka ku hûn bi hemûyan re di aştiyê de bin û li pey jiyana pîroz a ku bê wê tu kes Xudan nabîne, herin.
15
Hay ji xwe hebin, bila tu kes ji kerema Xwedê nemîne. Bila di nav we de tu rayê* tehl ê ku we aciz bike û gelek pê murdar bibin, dernekeve.
16
Nebe ku yek, zînakar an bê tirsa Xwedê be, wek Esaw* ê ku mafê nixurîtiya xwe bi xwarinekê firot.[e]
17
Hûn dizanin ku piştre wî xwest ku bereketa nixurîtiyê mîras bistîne, lê hat redkirin. Bi hêstirên çavan li pey geriya jî, wî nikaribû biryara ku hatiye dayîn biguhere.[f]
18
Hûn nêzîkî wî çiyayê ku tê destdan û dişewite, bi mij, bi taristanî û bi bahoz e, nebûn;[g]
19
hûn nêzîkî dengê boriyê û wan peyvên, yên ku ew bihîstin, lava kirin ku gotineke din ji wan re neyê gotin, nebûn.[h]
20
Wan ew emrê ku digot: «Eger heywanek jî li çiyê bikeve, wê bê kevirkirin»[i] nikaribûn ragirin.
21
Dîtin wusa tirsehêz bû ku Mûsa got: «Ez gelek ditirsim û dilerizim.»[j]
22
Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê* û bajarê Xwedayê jîndar, yanî Orşelîma* ezmanî bûn, ku li wir bi deh hezaran milyaket bi şahî beşdarî pîrozkirinê bûn.
23
Hûn hatine Civîna* nixuriyên ku navê wan li ezmanan nivîsî ye û nêzîkî dadgerê* hemûyan Xwedê û ruhên kesên rast ên ku gihîştine bêkêmahiyê bûne.
24
Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl* çêtir dibêje.[k]
25
Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.[l]
26
Hingê dengê wî erd hejand, lê belê niha soz daye û gotiye: «Êdî careke din, ezê ne tenê erdê, lê ezmên jî vehejînim.»[m]
27
Bi gotina: «Careke din» jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin.
28
Loma em şikir bikin ku em padîşahiyeke ku nayê vehejandin distînin û bi vî awayî em bi tirs û hurmetê biperizin Xwedê, wek ku li wî xweş tê.
29
Çimkî Xwedayê me agirek e ku dixwe û tune dike.[n]
  1. a. 12:2 Binêre: Zebûr 110:1
  2. b. 12:5-6 Ji: Gotinên Silêman 3:11-12
  3. c. 12:7 Dubarekirina Şerîetê 8:5
  4. d. 12:12 Îşaya 35:3
  5. e. 12:16 Destpêkirin 25:29-34; 27:30-40
  6. f. 12:17 Destpêkirin 27:30-40
  7. g. 12:18 Derketin 19:16-22; 20:18-21
  8. h. 12:18-19 Derketin 19:10-25; 20:1-21
  9. i. 12:20 Ji: Derketin 19:12-13
  10. j. 12:21 Ji: Dubarekirina Şerîetê 9:19
  11. k. 12:24 Destpêkirin 4:3-10
  12. l. 12:25 Derketin 20:22
  13. m. 12:26 Binêre: Hagay 2:6
  14. n. 12:29 Dubarekirina Şerîetê 4:24