Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Gorîbûna Îsa Gorîbûna Dawî Ye 
1
Şerîet ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Şerîet tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê.
2
Nexwe, eger paqij bibûna, wanê dev ji pêşkêşkirina wan berda. Çimkî eger yên ku diperizin bi carekê ji gunehên xwe paqij bibûna, êdî di wijdana wan de qet sûcdarkirina guneh nedima.
3
Lê belê ew gorî sal bi sal gunehên mirovan tînin bîra wan.
4
Çimkî xwîna conega û nêriyan nikare gunehan rake.
5
Loma çaxê ku Mesîh hat dinyayê, wî got:
«Te gorî û pêşkêş nexwestin,
Lê te ji min re bedenek amade kir.
6
Tu bi goriyên şewitandinê
Û bi goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, razî nebûyî.
7
Hingê min got: ‹Wek ku di Kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn:
Ya Xwedê, va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.›»[a]
8
Pêşî got: «Te gorî, pêşkêş, goriyên şewitandinê û goriyên ku di ber guneh de tên dayîn, nexwestin û tu ji van razî nebûyî» – heçî ev in, ew li gor Şerîetê tên dayîn.
9
Hingê weha got: «Va ye, ez hatim da ku ez daxwaza te bînim cih.» Ew ya pêşî hiltîne, da ku ya diduyan deyne.
10
Li gor vê daxwazê bi pêşkêşbûna bedena Îsa Mesîh ya bi carekê em hatin pîrozkirin.
11
Her kahîn roj bi roj radibe, xizmetê dike û gelek caran eynî goriyên ku qet nikarin guneh rakin, pêşkêş dike.
12
Lê viyê ha ji bo her û her tenê goriyek di ber gunehan de pêşkêş kir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.[b]
13
Ji hingê û pê ve, ew li bendê ye heta ku dijminên wî bibin pêgeha lingên wî.
14
Çimkî wî bi pêşkêşiyekê ew ên ku tên pîrozkirin, her û her gihandine bêkêmahîtiyê.
15
Ruhê Pîroz jî li ser vê ji me re şahidiyê dike û dibêje:
16
«Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan
Peymana ku ezê bi wan re girê bidim ev e:
Ezê qanûnên xwe bixim dilê wan
Û ezê wan li ser hişê wan binivîsim.
17
Êdî ez gunehên wan û neheqiyên wan
Tu caran naynim bîra xwe.›»[c]
18
Îcar li dera ku lêbihûrtina van heye, êdî pêwistiya pêşkêşa di ber guneh de namîne.
Şîret û Hişyarkirin 
19
Ji bo vê yekê birano, bi xwîna Îsa em dikarin bi cesaret bikevin Cihê Herî Pîroz.
20
Em di wê riya nû û jîndar re bikevinê ya ku wî ji bo me di bedena xwe de di perdê de vekiriye.
21
Û li ser mala Xwedê kahînekî me yê mezin heye.
22
Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.[d]
23
Em, hêviya ku em eşkere dikin hişk bigirin; çimkî ew ê ku soz daye ewledar e.
24
Û em hay ji hev hebin, ku em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin.
25
Wek ku hinekan ji xwe re kiriye adet, em dev ji civînên xwe bernedin, lê çawa ku hûn dibînin Roja Xudan nêzîk dibe, hê zêdetir cesaretê bidin hevdû.
26
Çimkî, piştî ku em gihîştin zanîna rastiyê, eger em bi zanîn guneh bikin, êdî ji bo gunehan tu gorî namîne,
27
lê tenê libendêmayîneke tirsehêz ya dîwanê û agirê kelegerm ê ku dijminan dixwe û tune dike, dimîne.
28
Yê ku Şerîeta Mûsa* bişikanda, li ser şahidiya dido an sê kesan, bê rehm dihat kuştin.[e]
29
Îcar di gumana we de yê ku Kurê Xwedê di bin lingan de biperçiqîne, xwîna Peymanê ya ku ew pê hatiye pîrozkirin, pîs bibîne û Ruhê keremê nizim bike, ewê cezayekî hê çiqas xerabtir heq bike?[f]
30
Çimkî em wî yê ku ev gotiye nas dikin: «Heyfhilanîn ya min e, ezê bergîdana* wê bidim.»[g] Û dîsa: «Xudan wê dîwana gelê xwe bike.»[h]
31
Tiştekî tirsehêz e ku mirov bikeve destê Xwedayê jîndar.
32
Îcar wan rojên pêşî yên piştî ku hûn hatin ronahîkirin, bînin bîra xwe: Gava hûn ketibûn tengahî û cefayên giran, we çawa ev ragirtibû*.
33
Carna hûn li ber çavan hatin şermezarkirin û hûn ketin tengahiyê. Carna jî hûn bi yên ku weha li wan hat kirin re bûn hevpar.
34
Çimkî hûn bûn hevalparê derdê girtiyan û talankirina malên xwe bi şahî ragirt, çimkî we dizanibû ku malê çêtir û mayîndar ji bo we heye.
35
Loma cesareta xwe neavêjin, xelata wê mezin e.
36
Ragirtin* ji we re lazim e, da ku hûn daxwaza Xwedê bikin û soza ku daye bistînin.
37
«Çimkî di demeke kurt de,
Yê ku tê wê bê
Û dereng namîne.
38
Lê yê min ê rast wê bi baweriyê bijî.
Lê eger ew xwe bi şûn ve bikişîne,
Canê min ji wî razî nabe.»[i]
39
Lê belê em ne ji wan in ên ku xwe bi şûn ve dikişînin û helak dibin; lê em ji wan in ên ku ji bo rizgariya canê xwe bawer dikin.
  1. a. 10:5-7 Ji: Zebûr 40:6-8
  2. b. 10:12 Binêre: Zebûr 110:1
  3. c. 10:16-17 Ji: Yêremya 31:33-34; Hezekiyêl 8:10+12
  4. d. 10:22 Qanûna Kahîntiyê 8:30; Hezekiyêl 36:25
  5. e. 10:28 Dubarekirina Şerîetê 17:6
  6. f. 10:29 Derketin 24:8
  7. g. 10:30 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:35
  8. h. 10:30 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:36; Zebûr 135:14
  9. i. 10:37-38 Ji: Habaqûq 2:3-4