Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Azadiya Xwe Biparêzin
 - 1
 - Mesîh em ji bo azadiyê azad kirine; loma hîmgirtî bin û careke din nekevin bin nîrê xulamtiyê.
 - 2
 - Va ye, ez Pawlos ji we re dibêjim: Eger hûn sinet bibin, tu feyda Mesîh ji we re tune.
 - 3
 - Ez careke din ji her mirovî re şahidiyê dikim: Yê ku sinet bûye divê tevahiya Şerîetê bike.
 - 4
 - Ey hûn ên ku dixwazin bi Şerîetê rastdar derkevin, hûn ji Mesîh veqetiyan û ji keremê dûr ketin.
 - 5
 - Lê em bi saya Ruh, bi baweriyê li benda hêviya rastdariyê ne.
 - 6
 - Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.
 - 7
 - Îcar hûn baş dibezîn; kî ji we re bû asteng ku hûn bi ya rastiyê nekin?
 - 8
 - Ev serîpifdan ne ji yê ku gazî we dike ye.
 - 9
 - Piçek hevîrtirşk tevahiya hevîr tirş dike.[a]
 - 10
 - Ez bi saya Xudan ji we piştrast im ku hûn tiştekî din nafikirin; lê yê ku hûn tevlihev kirine, kî dibe bila bibe, wê cezayê xwe bikişîne.
 - 11
 - Lê heçî ez im, birano, eger niha jî min sinetbûn hîn bikira, çima hê tengahî li min dihat kirin? Eger wusa bûya, wê astenga li ber xaçê ji holê rabûya.
 - 12
 - Xwezî wan ên ku serê we tevlihev kirine, xwe bi xwe nemêr bikirana.
 - 13
 - Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin, tenê bila azadî ji bo nefsê nebe fersend, lê belê bi hezkirinê ji hevdû re xizmetê bikin.
 - 14
 - Çimkî tevahiya Şerîetê di gotinekê de, yanî di vê de temam dibe: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»[b]
 - 15
 - Lê eger hûn hevdû gez bikin û bixwin, hay ji xwe hebin ku hûn ji aliyê hevdû ve neyên telefkirin.
 - Berê Ruh û Karê Nefsê
 - 16
 - Ez vê dibêjim: Bi Ruh rêve herin, hingê hûn tu caran xwestekên nefsê naynin cih.
 - 17
 - Çimkî nefs li hember Ruh û Ruh li hember nefsê daxwaz dike; ev li hember hev in, wusa ku tiştên hûn dixwazin bikin, hûn nekin.[c]
 - 18
 - Îcar, eger hûn ji aliyê Ruh ve tên rêvebirin, hingê hûn ne di bin Şerîetê de ne.
 - 19
 - Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet,
 - 20
 - pûtperestî*, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî,
 - 21
 - zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya* Xwedê mîras nastînin.
 - 22
 - Lê berê Ruh, hezkirin, şahî, aştî*, bîhnfirehî, dilovanî, qencî, dilsozî,
 - 23
 - nermî û xwegirtin e. Li hember tiştên weha Şerîet tune.
 - 24
 - Heçî yên Mesîh Îsa ne, wan nefs bi xwestek û daxwazên wê ve birine ser xaçê.
 - 25
 - Madem ku em bi Ruh dijîn, hingê em bi Ruh rêve jî herin.
 - 26
 - Em quretiyê nekin, ji hev re meydanê nexwînin û çavnebariya hev nekin.
 

