Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - 1
 - Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin.
 - 2
 - Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke* bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wusa di hezkirinê de rêve herin.
 - 3
 - Bi awayê ku li pîrozan tê, divê di nav we de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî an çavbirçîtiyê qet neyê gotin jî.
 - 4
 - Û divê peyivîna bêedebî û bi ehmeqî, an henekên zir, yanî tiştên ku ne hêja ne, nebin, lê hê bêtir hûn şikirdar bin.
 - 5
 - Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest*, tune.
 - Zarokên Ronahiyê
 - 6
 - Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê.
 - 7
 - Îcar hûn nebin hevparên wan.
 - 8
 - Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne. Îcar wek zarokên ronahiyê rêve herin,
 - 9
 - ji ber ku berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye.
 - 10
 - Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin.
 - 11
 - Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin.
 - 12
 - Çimkî tiştên ku ew bi dizî dikin, eyb e ku bên gotin jî.
 - 13
 - Lê her tiştê ku dikeve ber ronahiyê, xuya dibe.
 - 14
 - Çimkî her tiştê ku xuya dibe, ronahî ye. Loma tê gotin:
«Ey yê ku radize, hişyar bibe!
Ji nav miriyan rabe û
Mesîh wê ji te re bibiriqe.»[a] - 15
 - Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin.
 - 16
 - Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin, çimkî roj xerab in.[b]
 - 17
 - Loma ne bêaqil bin, lê belê fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye.
 - 18
 - Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin.
 - 19
 - Ji hev re Zebûr, lavije* û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin.[c]
 - 20
 - Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.
 - Têkiliyên Navmalê
 - 21
 - Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin.
 - 22
 - Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wusa bi ya mêrê xwe bikin.[d]
 - 23
 - Çimkî çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye.
 - 24
 - Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike.
 - 25
 - Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike.[e]
 - 26
 - Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina avê paqij bike,
 - 27
 - da ku Civînê bi rewneqiya* wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be.
 - 28
 - Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike.
 - 29
 - Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe.
 - 30
 - Çimkî em endamên bedena wî ne.
 - 31
 - «Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.»[f]
 - 32
 - Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim.
 - 33
 - Loma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta* mêrê xwe bigire.
 
- a. 5:14 Binêre: Îşaya 26:19; 60:1
 - b. 5:16 Kolosî 4:5
 - c. 5:19 Kolosî 3:16-17
 - d. 5:22 Kolosî 3:18; Petrûs I, 3:1
 - e. 5:25 Kolosî 3:19; Petrûs I, 3:7
 - f. 5:31 Ji: Destpêkirin 2:24
 

