Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Îsa Mesîh ji Şawûl re Xuya Dibe
- 1
- Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn
- 2
- û ji bo kinîştên* li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê* diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê.
- 3
- Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da.
- 4
- Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?»
- 5
- Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê.
- 6
- Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.»
- 7
- Ew zilamên ku bi Şawûl re rêwîtî dikirin, bêzar man û sekinîn; çimkî wan deng dibihîst, lê tu kes nedidîtin.
- 8
- Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê.
- 9
- Îcar sê rojan wî nedît, ne xwar û ne jî vexwar.
- 10
- Hingê li Şamê şagirtek hebû ku navê wî Hananya bû. Xudan di dîtiniyekê* de ji wî re got: «Hananya!» Wî bersîv da: «Va me ez, ya Xudan.»
- 11
- Xudan ji wî re got: «Rabe û here wê kolana ku jê re dibêjin Rast, li mala Cihûda, li mirovekî Tarsûsî ku navê wî Şawûl e bipirse. Ji ber ku va ye, ew dua dike.
- 12
- Wî di dîtiniyekê de dîtiye, mirovekî ku navê wî Hananya ye hat ba wî û destên xwe danîn ser wî, da ku dîsa bibîne.»
- 13
- Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye.
- 14
- Li vir jî desthilatiya wî ji serekên kahînan heye ku hemûyên gazî navê te dikin bigire.»
- 15
- Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên* Îsraêl.
- 16
- Ez bi xwe, ezê nîşanî wî bidim ku divê çiqas cefayê di ber navê min de bikişîne.»
- 17
- Hingê Hananya rabû û çû ket wê malê. Wî destên xwe danîn ser Şawûl û got: «Birayê Şawûl, Xudan ez şandim, ew Îsayê ku di rê de li te xuya bû, da ku tu dîsa bibînî û tu bi Ruhê Pîroz tije bibî.»
- 18
- Di cih de tiştekî wek pûlikan ji çavên wî ketin û ji nû ve dît. Ew rabû û imad* bû.
- 19
- Piştî ku xwarin xwar, hêza wî hat cih.
Şawûl çend rojan li Şamê bi şagirtan re ma. - Şawûl Mizgîniyê Dide
- 20
- Û destxwere wî dest pê kir, di kinîştan de Îsa da bihîstin û got: «Ew Kurê* Xwedê ye.»
- 21
- Hemû yên ku ew bihîstin şaş man û gotin: «Ma ev ne ew e, yê ku ew ên li Orşelîmê gazî vî navî dikirin, ji holê radikirin? Ma ew nehatiye vir, da ku wan girêdayî bibe ber serekên kahînan?»
- 22
- Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin.
- 23
- Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû şêwirîn ku wî bikujin.
- 24
- Lê Şawûl bi gêrûfena wan hesiya. Ew bi şev û bi roj li ber dergehên bajêr diman, da ku wî bikujin.
- 25
- Lê şagirtên wî bi şev rahiştin wî û di selikekê de ew ji sûrê daxistin jêr.[a]
- 26
- Gava ku Şawûl hat Orşelîmê, dixebitî ku beşdarî şagirtan bibe. Lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî bawer nekirin ku ew bûye şagirt.
- 27
- Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye.
- 28
- Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir.
- 29
- Bi Cihûyên ku Yewnanî dipeyivîn re dipeyivî û bi wan re diket gotûbêjê, lê ew dixebitîn ku wî bikujin.
- 30
- Çaxê bira pê hesiyan, ew daxistin Qeyseriyê û ji wir jî şandin Tarsûsê.
- 31
- Hingê civînên* bawermendan li tevahiya Cihûstanê*, Celîlê* û Sameryayê* di aştiyê* de bûn; ava dibûn, bi tirsa Xudan pêşve diçûn û bi handana* Ruhê Pîroz zêde dibûn.
- Petrûs li Lîdayê û Yafayê
- 32
- Gava ku Petrûs li her aliyî digeriya, ew berjêrî ba wan pîrozên ku li Lîdayê diman jî bû.
- 33
- Li wir wî mirovek ku navê wî Eynêyas bû dît, ku ji heşt salan ve di nav nivînan de bû; çimkî ew felcî bû.
- 34
- Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan.
- 35
- Hemû kesên ku li Lîdayê û li deşta Şaronê rûdiniştin ew dîtin û li Xudan zivirîn.
- 36
- Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran.
- 37
- Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn.
- 38
- Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.»
- 39
- Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan.
- 40
- Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt.
- 41
- Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan.
- 42
- Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî.
- 43
- Petrûs jî gelek rojan li Yafayê, li mala Şimûnê çermker ma.
- a. 9:23-25 Korîntî II, 11:32-33