Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Petrûs û Yûhenna li ber Civîna Giregiran 
1
Hê ku Petrûs û Yûhenna bi xelkê re dipeyivîn, kahîn*, serwerê parêzgerên Perestgehê û Sadûqî* bi ser wan de hatin.
2
Ew pirr hêrs bûn, çimkî şagirtan* gel hîn dikir û li ser vejîna miriyan a ku bi Îsa ye dipeyivîn.
3
Wan ew girtin û ji ber ku ji xwe êvar bû, heta dotira rojê ew di girtîgehê de hiştin.
4
Lê gelekên ku peyv* bihîstin, bawerî* anîn û hejmara wan gihîşt dora pênc hezar kes.
5
Îcar dotira rojê serwer, rihspî û Şerîetzan* li Orşelîmê civiyan,
6
Serokkahîn Henan, Qeyafa, Yûhenna, Skender û hemû yên ku ji malbata Serokkahîn dihatin li wir bûn.
7
Çaxê ku yên girtî li holê dan rawestandin, wan pirsî: «We bi kîjan hêzê an bi çi navî ev kir?»
8
Hingê Petrûs bi Ruhê Pîroz tije, ji wan re got: «Gelî serekên gel û rihspîno!
9
Eger îro em ji bo qenciya ku bi mirovê nexweş bûye, tên pirsyarkirin ka ew çawa sax bûye,
10
bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.
11
Ev ew e,
‹Ew kevirê ku ji aliyê we hostayan ve kêm hat dîtin,
Bû kevirê serê rikin*.›[a]
12
Xilasî bi tu kesî din tune; çimkî di bin ezmên de, di nav mirovan de, navekî din nehatiye dayîn ku em bikarin pê xilas bibin.»
13
Gava ku wan biziraviya Petrûs û Yûhenna dît û fêm kirin ku ew nexwenda û di halê xwe de ne, şaş man. Wan tê derxist ku ev mirov bi Îsa re mane.
14
Lê wan zilamê qencbûyî bi wan re rawestayî dît û nikaribûn tiştekî li dij bêjin.
15
Îcar li wan emir kirin ku ji civîna* giregiran derkevin û dest pê kirin di nav xwe de şêwirîn.
16
Wan got: «Em bi van mirovan çi bikin? Çimkî ji hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin re eşkere ye ku bi destê van nîşaneke berbiçav hatiye kirin û em nikarin vê înkar bikin.
17
Lê ji bo ku ev hê bêtir di nav gel de belav nebe, em gef li wan bixwin ku ji niha û pê ve bi navê Îsa ji kesî re tiştekî nebêjin.»
18
Gazî wan kirin û li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin û kesî hîn nekin.
19
Lê Petrûs û Yûhenna bersîva wan dan û gotin: «Ma li ber Xwedê kîjan rast e? Em guhê xwe bidin we, an bidin Xwedê? Hûn bêjin.
20
Çimkî em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin.»
21
Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida.
22
Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.
Bawermend ji bo Wêrekiyê Dua Dikin 
23
Piştî ku ew hatin berdan, çûn ba hevalên xwe û her tiştê ku serekên kahînan* û rihspiyan ji wan re gotibû, ji wan re gotin.
24
Gava ku wan ev bihîst, bi hev re dengê xwe bilind kirin û ji Xwedê re gotin: «Ya Xwedayê hukumdar! Yê ku erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de afirandiye, tu yî.[b]
25
Te bi Ruhê Pîroz bi devê xizmetkarê xwe bavê me Dawid got:
‹Çima milet hêç bûn
Û netew tiştên pûç fikirîn?
26
Padîşahên dinyayê bûn yek,
Û serek li hev civiyan
Li hember Xudan û li hember Mesîhê wî.›[c]
27
Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês* û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî*, civiyan,[d]
28
da ku çi bi destê te û li gor daxwaza te ji berê ve hatibe biryardan, bê cih.
29
Û niha ya Xudan, li gefxwarinên wan binêre! Û vê yekê bide xizmetkarên xwe ku peyva* te tam bi ziravî bêjin.
30
Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»
31
Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.
Danûstandina Bawermendan 
32
Dil û ruhê tevahiya koma bawermendan yek bû. Tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: «Ev ya min e.» Lê her tiştê wan hevpar bû.
33
Şandiyan bi hêzeke mezin şahidiya vejîna Xudan Îsa didan û keremeke mezin li ser wan hemûyan bû.
34
Û di nav wan de tu kesê hewcedar tunebû. Çimkî yên ku xweyî xanî an xweyî erd bûn, ew difirotin û wan tiştan çi bigirta dianîn,
35
ew li ber lingê Şandiyan datanîn û li gor hewcedariya wan li her kesî dihat belavkirin.
36
Bi navê Ûsiv yekî Lêwî* ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê*».
37
Zeviyeke vî mirovî hebû, wî ew firot û perên wê anîn li ber lingên Şandiyan danîn.
  1. a. 4:11 Ji: Zebûr 118:22
  2. b. 4:24 Nehemya 9:6; Zebûr 146:6
  3. c. 4:25-26 Ji: Zebûr 2:1-2
  4. d. 4:27 Lûqa 23:1-11