Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Pawlos li ber Egrîpa Xwe Diparêze
 - 1
 - Îcar Egrîpa* ji Pawlos re got: «Destûra te heye ku tu ji bo xwe bipeyivî.» Hingê Pawlos destê xwe bilind kir û dest pê kir xwe parast:
 - 2
 - «Ya padîşah Egrîpa, ji ber ku ezê îro li ber te, xwe li hember hemû sûcdarkirinên Cihûyan biparêzim, ez xwe bextewar hesab dikim.
 - 3
 - Bi taybetî, ji ber ku tu qenc bi hemû adet û meseleyên di nav Cihûyan de dizanî; loma ez hêvî dikim ku tu bi bîhnfirehî guhdariya min bikî.
 - 4
 - «Hemû Cihû ji xortaniya min ve bi jiyana min dizanin. Ev jiyan ji destpêkê ve di nav gelê min de û li Orşelîmê derbas bûye.
 - 5
 - Eger bixwazin şahidiyê bikin, ew ji berê ve min nas dikin ku ez li gor mezheba dînê me ya herî hişk, bi Fêrisîtî jiyam.
 - 6
 - Ji ber ku min hêviya xwe bi wê soza ku Xwedê daye bav û kalên me ve girêdaye, ez niha ji bo ku dîwana min bê kirin, li vir radiwestim.
 - 7
 - Bi wê hêviya ku bigihîjin wê sozê, diwanzdeh eşîrên me bi şev û bi roj ji dil û can diperizin*. Ji ber vê hêviyê, ya padîşah, ez ji aliyê Cihûyan ve têm sûcdarkirin.
 - 8
 - Çima baweriya we pê nayê ku Xwedê miriyan rake?
 - 9
 - «Bi rastî bîr û baweriya min bi xwe jî ev bû ku divê ez li hember navê Îsayê Nisretî gelek tiştan bikim.
 - 10
 - Min ev yek li Orşelîmê kir jî. Bi wê desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibû, min gelek ji yên pîroz avêtin zîndanê û di kuştina wan de min raya xwe li hember wan dida.
 - 11
 - Di hemû kinîştan de min gelek caran ew ceza kirin û min li wan zor kir ku çêran bikin. Ez li hember wan ewqas har bûbûm, heta ku min di bajarên xerîb de jî tengahî da wan.[a] 
 - 12
 - «Di van gerên xwe de, bi peywir û desthilatiya ku min ji serekên kahînan standibûn, ez diçûm Şamê.
 - 13
 - Ya padîşah, nîvro di rê de, min ji ezmên ronahiyek dît ku ji ya rojê bi şewqtir bû û dora min û yên bi min re ronahî kir.
 - 14
 - Gava em hemû ketin erdê, min dengek bihîst ku bi Îbranî ji min re got: ‹Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min? Ji te re zehmet e ku tu bi kulmê herî dirêşikê.›
 - 15
 - Min got: ‹Tu kî yî, ya Xudan?› Xudan bersîv da û got: ‹Ez Îsa me yê ku tu tengahiyê didiyê.
 - 16
 - Lê belê rabe û li ser lingan raweste; çimkî ez ji te re xuya bûm, da ku ez hem ji bo tiştên ku te dîtin û hem jî ji bo wan ên ku ezê bi wan xwe nîşanî te bidim, te şahid û xizmetkar destnîşan bikim.
 - 17
 - Ezê te ji gelê te û ji miletên ku ezê te bişînim nav wan, xilas bikim,
 - 18
 - da ku tu çavên wan vekî û wan ji tariyê bizivirînî ronahiyê û ji hukumdariya Îblîs vegerînî Xwedê, ku ew lêbihûrtina gunehan bistînin û di nav wan ên ku bi baweriya navê min hatine pîrozkirin de, xweyî mîras bin.›
 - 19
 - «Loma, ya padîşah Egrîpa, ez li ber vê dîtiniya* ezmanî ranebûm.
 - 20
 - Lê min pêşî ji yên li Şamê re, piştre ji yên li Orşelîmê û ji yên li tevahiya diyarê Cihûstanê re û ji miletan re jî da zanîn ku divê ew tobe bikin, li Xwedê bizivirin û kirinên ku li tobekirinê tên, bikin.[b]
 - 21
 - Ji ber vê yekê Cihûyan ez di Perestgehê de girtim û xwestin ku min bikujin.
 - 22
 - Lê min alîkarî ji Xwedê stand û ez heta îro mam û ji biçûk û mezinan re şahidiyê didim. Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim:
 - 23
 - Yanî divê ku Mesîh cefayê bikişîne, di vejîna miriyan de bibe yê pêşî û ji gelê Cihû û ji miletên din re ronahiyê bide zanîn.»[c] 
 - Pawlos Bang li Egrîpa Dike ku Baweriyê bi Îsa Bîne
 - 24
 - Çaxê ku wî weha parastina xwe dikir, Fêstos bi dengekî bilind got: «Te hişê xwe winda kiriye, Pawlos. Zêdexwendina te, te ji ser hişê te dibe!»
 - 25
 - Lê belê Pawlos got: «Min hişê xwe winda nekiriye, Fêstosê giranbiha, lê ez peyvên rast bi aqilmendî dibêjim.
 - 26
 - Padîşah bi xwe bi van tiştan dizane, loma ez serbest dipeyivim û ez piştrast im ku tiştekî ji van, ji wî ne veşartî ye. Çimkî ev tişt di kuncikekê de çênebûye.
 - 27
 - Padîşah Egrîpa, ma baweriya te bi pêxemberan heye? Ez dizanim ku tu bawer dikî.»
 - 28
 - Egrîpa ji Pawlos re got: «Tu dibêjî tê di demeke kurt de min bikî Mesîhî?»
 - 29
 - Pawlos lê vegerand: «Zû an dereng, ez hêvî ji Xwedê dikim ku ne tenê tu, lê hemû yên ku îro guhdariya min dikin, ev zincîr ne tê de, wek min bin.»
 - 30
 - Hingê padîşah rabû û bi wî re walî, Bernikê û hemû yên ku pê re rûniştî bûn jî rabûn.
 - 31
 - Gava ku derdiketin, ji hev re gotin: «Vî mirovî tiştekî ku ji ber bê kuştin an girtin, nekiriye.»
 - 32
 - Û Egrîpa ji Fêstos re got: «Ev mirov dikaribû bihata berdan, eger nexwesta ku doza wî here ber Qeyser.»
 
- a. 26:9-11 Karên Şandiyan 8:3; 22:4-5
 - b. 26:20 Karên Şandiyan 9:20-29
 - c. 26:23 Korîntî I, 15:20; Îşaya 42:6; 49:6
 

