Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Pawlos li ber Felîks 
1
Piştî pênc rojan, Serokkahîn Hananya, bi hin rihspiyan û peyvbêj* Tertûlos ve daket Qeyseriyê û wan li ber walî giliyê Pawlos kir.[a]
2
Çaxê gazî Pawlos kirin, Tertûlos dest bi sûcdarkirinê kir û got: «Felîksê giranbiha, bi saya serê te demeke dirêj e ku em di aştiyê de dijîn û bi pêşbîniya te ev milet pêşve çûye.
3
Em vê yekê hergav û li her derê bi spasiyeke mezin qebûl dikin.
4
Ez naxwazim zêde serê te biêşînim, lê ez hêvî dikim ku ji kerema xwe tu bi kurtî guhdariya me bikî.
5
Me dît ku ev zilam bûye belayek û di nav hemû Cihûyên dinyayê de tevliheviyê dertîne û yek ji serokên mezheba Nisretiyan e.
6
Heta wî xwest ku Perestgehê biherimîne, lê me ew girt.
7
-8 Îcar gava ku tu bi xwe wî bikişînî pirsyariyê, tu dikarî hemû tiştên ku em wî pê sûcdar dikin, ji wî hîn bibî.»
9
Cihû jî beşdarî sûcdarkirinê bûn û gotin ku ev hemû wusa ne.
Pawlos Xwe li ber Felîks Diparêze 
10
Çaxê walî îşaret da Pawlos ku gotina xwe bêje, wî bersîv da û got:
«Ji ber ku ez dizanim bi salan e ku tu dadgerê* vî miletî yî, ezê bi kêfxweşî parastina xwe bikim.
11
Çawa tu bi xwe dikarî hîn bibî, ji diwanzdeh rojan ne zêdetir e ku ez ji bo perizînê* derketim Orşelîmê.
12
Wan nedîtiye ku ez di Perestgehê de bi kesî re ketime peyivînê û ne jî dîtin ku min di kinîştan de an jî di bajêr de xelk rakiriye ser piyan.
13
Ne jî ew dikarin niha sûcdarkirinên xwe ji te re îspat bikin.
14
Lê ez vê bi eşkereyî ji te re dibêjim ku li gor Riya ku ew jê re dibêjin mezheb, ez diperizim Xwedayê bav û kalên me û ez bi hemû tiştên ku di Şerîetê û di Nivîsarên Pêxemberan de nivîsî ne bawer dikim.
15
Wek ku ew bi xwe jî qebûl dikin ku vejîna yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye.
16
Ji ber vê yekê heta ku ji destê min bê, ez dixebitim ku hem li ber Xwedê û hem li ber mirovan hergav wijdaneke min a paqij hebe.
17
Îcar piştî çend salan ez hatim ku alîkariya miletê xwe bikim û goriyan pêşkêş bikim.[b]
18
Gava ku min ev dikirin, wan ez di Perestgehê de paqijbûyî dîtim. Ne ez bi elaletê re bûm û ne jî min hengame derxist.
19
Lê hin Cihûyên ji herêma Asyayê* li wê derê hebûn, eger tiştekî wan li hember min hebe, diviya ew li vir li ber te bûna û ez sûcdar bikirama.
20
An bila evên ha bêjin, gava ku ez li ber civîna giregiran rawestayî bûm, wan çi neheqiya min dît?
21
Tenê gava ku ez di nav wan de rawesta bûm, min dengê xwe bilind kir û got: ‹Ji ber vejîna miriyan, îro li ber we dîwana min tê kirin.›»[c]
22
Lê Felîksê ku qenc li ser Riyê dizanî, doz da paş û got: «Çaxê ku serhezar Lûsyos dakeve Qeyseriyê, ezê ji bo doza we biryarê bidim.»
23
Wî li sersed emir kir ku Pawlos girtî bihêlin, hinekî serbest bihêlin û ji hevalên wî yên ku jê re dibin alîkar re nebin asteng.
Pawlos Girtî Dimîne 
24
Piştî çend rojan Felîks tevî pîreka xwe ya Cihû Dirûsîla hat, şand pey Pawlos û li ser baweriya ku bi Mesîh Îsa ye, guhdariya wî kir.
25
Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»
26
Ji aliyekî ve jî, wî hêvî dikir ku Pawlos wê peran bide wî, ji ber vê yekê wî gelek caran dişand pey wî û pê re dipeyivî.
27
Piştî ku du sal derbas bûn, Porkiyos Fêstos hat cihê Felîks. Ji ber ku Felîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girêdayî hişt.
  1. a. 24:1 Peyvbêj: Di wê demê de carna wek ebûqatê îro bû.
  2. b. 24:17 Karên Şandiyan 21:17-28
  3. c. 24:21 Karên Şandiyan 23:6