Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Pawlos Vedigere Orşelîmê
 - 1
 - Îcar gava em ji wan veqetiyan û bi gemiyê ketin rê, sererast em hatin Kosê. Dotira rojê em gihîştin Rodosê û ji wir jî em hatin Patarayê.
 - 2
 - Me gemiyeke ku diçû Fînîkyayê dît, em li wê siwar bûn û bi rê ketin.
 - 3
 - Gava ku Qibris xuya bû, me ew li milê çepê hişt, em bi aliyê Sûriyê ve çûn û li bajarê Sûrê rawestan, çimkî diviya barê gemiyê li wir bihata valakirin.
 - 4
 - Me şagirt dîtin û em heft rojan li wê derê man. Wan bi Ruh ji Pawlos re digot ku ew neçe Orşelîmê.
 - 5
 - Îcar çaxê me rojên xwe li wir temam kirin, em rabûn û bi rê ketin. Hemû bi jin û zarokên xwe ve heta derveyî bajêr em bi rê kirin. Li wir, li ber lêva deryayê em çûn ser çokan, me dua kir û
 - 6
 - me xatir ji hevdû xwest. Piştre em ketin gemiyê û ew jî vegeriyan malên xwe.
 - 7
 - Çaxê me rêwîtiya xwe ya Sûrê temam kir, em gihîştin Pitolêmayê, me silav li xwişk û birayan kir û em rojekê bi wan re man.
 - 8
 - Dotira rojê em ji wir derketin û hatin Qeyseriyê. Em çûn mala Filîposê mizgînvanê ku yek ji heftan bû û em li ba wî man.[a]
 - 9
 - Çar keçên wî yên mêrnekirî yên ku pêxemberîtî dikirin hebûn.
 - 10
 - Çaxê em li wir gelek rojan man, pêxemberekî ku navê wî Hagabos bû ji Cihûstanê daket û hat.[b]
 - 11
 - Ew hat ba me, piştênka Pawlos hilda, bi wê dest û lingên xwe girê dan û got: «Ruhê Pîroz weha dibêje: ‹Li Orşelîmê Cihû wê xwediyê vê piştênkê weha girê bidin û wî bidin destê miletan.›»
 - 12
 - Gava me ev bihîst, em û xelkê li wê derê me ji Pawlos hêvî kir ku neçe Orşelîmê.
 - 13
 - Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.»
 - 14
 - Çaxê ku wî qîma xwe neanî, em bêdeng man û me got: «Bila daxwaza Xudan be.»
 - 15
 - Piştî wan rojan me xwe amade kir û em hilkişiyan Orşelîmê.
 - 16
 - Hin şagirtên ji Qeyseriyê jî bi me re hatin û em anîn mala Minasonê Qibrisî. Ew şagirtekî kevin bû û emê li mala wî bibûna mêvan.
 - Pawlos li Orşelîmê Diçe Serdana Aqûb
 - 17
 - Gava em gihîştin Orşelîmê, birayan bi şahî em qebûl kirin.
 - 18
 - Dotira rojê Pawlos bi me re hat ba Aqûb*. Hemû rihspî jî amade bûn.
 - 19
 - Piştî ku Pawlos silav li wan kir, wî ew tiştên ku Xwedê bi xizmeta wî di nav miletan de kiribûn, yek bi yek gotin.
 - 20
 - Gava ku wan ev bihîst, pesnê Xwedê dan û ji Pawlos re gotin: «Birawo, tu dibînî ku di nav Cihûyan de çend hezar mirov hene ku bawerî anîne û hemû jî ji bo Şerîetê xîretkêş in.
 - 21
 - Wan li ser te bihîstiye ku tu hemû Cihûyên di nav miletan de hîn dikî ku dev ji Mûsa berdin û dibêjî ku bila ew kurên xwe sinet nekin û li pey adetan neçin.
 - 22
 - Îcar em çi bikin? Bêguman wê bibihîzin ku tu hatiyî.
 - 23
 - Loma ya ku em ji te re dibêjin, bike. Çar zilamên me yên ku nedreke* wan heye, hene.[c]
 - 24
 - Wan bi xwe re bibe û bi wan re xwe li gor adetan paqij bike û xercê wan bide, da ku ew bikarin porê xwe kur bikin. Hingê hemû wê bizanin tiştên ku li ser te hatine gotin ne rast in û tu bi xwe jî li pey Şerîetê diçî.
 - 25
 - Îcar heçî yên ji nav miletên din ku bawerî anîne, me biryar daye û ji wan re nivîsiye ku divê ew xwe ji xwarina ku ji pûtan re tê gorîkirin, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin.»[d]
 - 26
 - Hingê Pawlos ew zilam hildan, dotira rojê li gor adetan xwe paqij kir, bi wan re ket Perestgehê û diyar kir ku rojên paqijbûnê yên ku wê gorî ji bo her yekî ji wan bê dayîn, wê kengê temam bibin.
 - Pawlos di Perestgehê de Tê Girtin
 - 27
 - Çaxê ev heft roj li ber temambûnê bûn, Cihûyên ku ji herêma Asyayê bûn ew di Perestgehê de dîtin, tevahiya elaletê têkdan. Wan ew girt,
 - 28
 - qîriyan û gotin: «Ey Îsraêlîno, werin alîkariyê! Ew mirovê ku li her derê li hember gelê me, li hember Şerîetê û li hember vî cihî hînî her kesî dike, ev e. Bi ser de jî wî hin kesên ku ne Cihû ne anîne Perestgehê û ev cihê pîroz herimandiye.»
 - 29
 - Çimkî wan, berî hingê di nav bajêr de Trofîmosê* Efesî bi wî re dîtibûn û wan digot qey Pawlos ew aniye Perestgehê.
 - 30
 - Hingê tevahiya bajêr rabû ser lingan û elalet bi lez kom bû. Pawlos girtin û kaş kirin derveyî Perestgehê. Dergehên Perestgehê di cih de hatin girtin.
 - 31
 - Hê ew dixebitîn ku wî bikujin, gotina ku tevahiya Orşelîmê tevlihev bûye gihîşt serhezarê tabûra* leşkeran.
 - 32
 - Wî jî zûka leşker û sersed* hildan û bi ser wan de hat. Gava wan serhezar û leşker dîtin, dev ji lêxistina Pawlos berdan.
 - 33
 - Hingê serhezar hat, ew girt û emir kir ku bi du zincîran bê girêdan. Wî pirsyar kir ku ew kî ye û wî çi kiriye.
 - 34
 - Ji ber ku ji elaletê her yekî tiştek digot û dikirin qîrîn, wî ji ber hengameyê ya rast fêm nekir û emir kir ku wî bînin leşkergehê.
 - 35
 - Gava Pawlos gihîşt ber derenceyan, ji ber zorkirina elaletê, leşker mecbûr man ku wî hilgirin.
 - 36
 - Çimkî elaleta ku li pey dihat diqîriya û digot: «Wî bikujin!»
 - Pawlos Xwe Diparêze
 - 37
 - Gava dikirin ku Pawlos bibin leşkergehê, wî ji serhezar re got: «Ma ez dikarim ji te re tiştekî bêjim?» Wî jî lê vegerand û got: «Ma tu bi Yewnanî dizanî?
 - 38
 - Hingê lazim e, tu ne yê Misrî bî, ku berî demekê serhildanek çêkir û çar hezar mêrkuj derxistin çolê?»
 - 39
 - Pawlos lê vegerand: «Ez mirovekî Cihû me, ji Tarsûsa Kîlîkyayê me, ez hemwelatiyê bajarekî girîng im. Ez ji te hêvî dikim, destûrê bide ku ez ji gel re bipeyivim.
 - 40
 - Çaxê wî destûr dayê, Pawlos li ser derenceyan rawesta û destê xwe hilda, da ku xelk bêdeng bibe. Gava ku bêpêjiniyeke mezin çêbû, ew bi zimanê Îbranî* peyivî û got:
 
- a. 21:8 Karên Şandiyan 6:1-6; 8:5
 - b. 21:10 Karên Şandiyan 11:28
 - c. 21:23 Hejmartin 6:13-21
 - d. 21:25 Karên Şandiyan 15:29
 

