Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
dema Netan pêxember hat ba wî. 
1
Ey Xwedê, li gor kerema xwe,
Ber min bikeve;
Bi pirrbûna dilovaniya xwe,
Paqij bike serhildanên min.
2
Bi tevahî min bişo ji sûcê min,
Min paqij ke ji gunehê min.
3
Çimkî ez dizanim serhildanên xwe,
Hergav li pêş min e sûcê min.
4
Li hember te, tenê min li ber te sûc kir,
Min ya ku, li pêş çavê te xerab bû kir.
Îcar tu, di gotinê de mafdar,
Di dadbarkirinê de rastdar î.
5
Va ye ez, di nav sûc de hatim dinê,
Dayika min, di nav guneh de bi min ducan ma.
6
Madem tu ji dil û can rastiyê dixwazî,
Şahrezayiyê têxe, kûrahiya dilê min.
7
Min bi zûfa bişo da ku ez pak bibim,
Min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim.
8
Kêf û şahiyê bi min bide bihîstin,
Da ku şa bin hestiyên ku te pelçiqandin.
9
Ruyê xwe binixême li hember gunehên min,
Paqij bike hemû sûcên min.
10
Ey Xwedê, tu dilekî pak bide min,
Nû û zexim bike, ruhê hundirê min.
11
Min ji huzûra xwe navêje,
Ruhê xwe yê pîroz ji min nestîne.
12
Şahiya rizgarkirina xwe, bi şûn ve bide min,
Bi ruhekî dilxwaz tu bike piştgiriya min.
13
Ezê riyên te, hînî serhildêran bikim,
Û ewê gunahkar, dîsa li te vegerin.
14
Tu min xelas bike ji xwînrêtinê,
Ey Xwedayê min, Xwedayê rizgarkirinê,
Bila zimanê min, bi lavijan pesnê xelaskirina te bide.
15
Ya Reb, veke lêvên min,
Bila devê min, pesnê te bide bihîstin.
16
Çimkî tu hez nakî ji qurbanê,
Razî nabî bi şewitandina gorîdanê,
An na, minê ji te re pêşkiş bikira.
17
Qurbana ku tu qebûl dikî ruhê şikestî ye,
Ey Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî.
18
Bi kerema xwe qencî bike bi Siyonê,
Ji nû ve ava bike sûrên Orşelîmê.
19
Hingê qurbanên ku rast tên dayin,
Ji hemû goriyên şewitandinê,
Tê kêf bistînî;
Hingê li gorîgeha te, wê conega bên gorîkirin.