Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - hat qewirandin û çû.
 - 1
 - Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan,
Pesnê wî ji devê xwe dernexim tu caran. - 2
 - Ez bi Xudan didim pesnê xwe,
Bindest dibihîzin, distînin şahiya xwe! - 3
 - Bi min re mezinahiya Xudan bidin bihîstin,
Em bi hev re navê wî bilind kin. - 4
 - Ez li Xudan geriyam wî bersîv da min,
Wî ez azad kirim, ji hemû tirsên min. - 5
 - Yên ku li wî dinêrin, dibiriqe ser çavê wan,
Ji şerman sor nabe rûyê wan. - 6
 - Vî bindestî kir hawar, bihîst wî Xudan,
Wî ew xelas kir ji hemû tengahiyan. - 7
 - Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan,
Û xelas dike wan. - 8
 - Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan.
Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan! - 9
 - Ji Xudan bitirsin, ey hûn pîrozên wî,
Çimkî kêmahiya wî çênabe, yê ku ditirse ji wî. - 10
 - Birçî û muhtac dibin, şêrên ciwan,
Belê tu qencî, ji yên ku li Xudan digerin nayê dirixan. - 11
 - Werin ey zarokno, goh bidin min ji can,
Ezê hînî we bikim tirsa Xudan. - 12
 - Kî dixwaze ji jînê kêf bistîne,
Rojên xweş û dirêj bibîne? - 13
 - Zimanê xwe ji xerabiyê,
Lêva xwe bigire ji hîlekariyê. - 14
 - Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike,
Li aştiyê bigere, li pey wê here. - 15
 - Çavê Xudan li ser rastan e,
Gohên wî vekirî li hawara wan e. - 16
 - Ruyê Xwedê li hember xerabîkaran e,
Da ku navê wan ji dinê hilîne. - 17
 - Feryada rastan, dibihîze Xudan,
Wan azad dike ji hemû tengahiyan. - 18
 - Nêzikî dilşikestiyan e Xudan,
Ruhê wî rizgar dike bindestan. - 19
 - Pirr gellek in derdê rastan,
Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan. - 20
 - Digre ew hemû hestiyên wan,
Nahêle ku yek bişikê ji wan. - 21
 - Xerabî, yê xerab dukuje,
Yê ku ji yê rast nefret dike, tê dadbarkirin. - 22
 - Ji bo evdên xwe xilaskar e Xudan,
Yên ku xwe dispêrin wî, nastînin tu cezayan. 

