Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mîktama Dawid.
 - 1
 - Min biparêze ya Xudan,
Çimkî ez xwe dispêrim te. - 2
 - Min ji Xudan re got, "Tu yî efendiyê min,
Xên ji te kes nîne ku qenciyê bike bi min." - 3
 - Heçî pîroz û esilzadeyên dinê ne,
Hemû şahiya min bi wan e. - 4
 - Yên ku li pey îlahên din digerin, wê derdê wan zêde be.
Ezê goriyên wan ên xwînê nerêjim.
Navê wan bi devê xwe nebêjim. - 5
 - Ya Xudan,
Tu nesîb û para kasa min î.
Pardarê jiyana min î. - 6
 - Çi cihên berdar bûn para min,
Erê, çi xweşik e mîrasa min. - 7
 - Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar,
Bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar. - 8
 - Ez hergav Xudan datînim pêş xwe,
Ji ber ku li milê min ê rastê ye, min nedî lerz li xwe. - 9
 - Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye,
Bedena min di ewlehiyê de ye. - 10
 - Çimkî tu min li diyarê miriyan terk nakî,
Ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî. - 11
 - Tu min haydar dikî ji riya jînê,
Têr şahî heye li pêşberî te,
Kêm nabe şahî li rastê te. 

