Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Îcar ez li ber Xwedê û li ber Mesîh Îsayê ku wê dîwana* mirî û zindiyan bike û ji bo xatirê hatina wî û Padîşahiya wî tembîh li te dikim:
2
Peyva Xwedê bide bihîstin, bi dem û bê dem li ser wê bisekine, bi hemû bîhnfirehî û hînkirinê hişyar bike, dengê xwe li wan hilde û cesaretê bide wan.
3
Çimkî wext wê bê ku nexwazin guhê xwe bidin hîndariya saxlem, lê ewê di cihê vê de li gor xwestekên xwe, ji xwe re gelek mamosteyan bicivînin, yên ku tiştên li guhên wan xweş bên hîn bikin.
4
Îcar ewê guhên xwe ji rastiyê bizivirînin û bikevin pey çîrokan.
5
Lê heçî tu yî, tu di her tiştî de li ser hişê xwe be, di tengahiyê de sebir bike, karê mizgînvaniyê bike, xizmeta xwe bibe serî.
6
Çimkî ji xwe ez dibim gorî* û wextê çûyîna min hatiye.
7
Min tekoşîna* qenc kir, min hevbezîna xwe qedand û min bawerî parast.
8
Û niha taca rastdariyê ji bo min amade ye, ku dadgerê* dadperwer* Xudan, wê rojê wê bide min û ne tenê min, lê wê bide wan hemûyan jî yên ku bêriya xuyabûna wî dikin.
Daxwaza Dîtinê 
9
Bilezîne ku tu bêyî ba min.
10
Çimkî Dîmas* ji vê dinyayê hez kir û dev ji min berda, çû Selanîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîtos* jî çû Dalmetyayê.
11
Tenê Lûqa* li ba min e. Marqos* hilde û bi xwe re bîne, çimkî ew ji bo xizmetê bi kêrî min tê.
12
Min Tixîkos* şand Efesê.
13
Gava ku tu bêyî, wî ebayê ku min li Troyayê li ba Karpos hiştiye, bi xwe re bîne, wusa jî nivîsarên lihevpêçayî, bi taybetî yên çermîn.
14
Skenderê sifirker gelek xerabî li min kir. Xudan wê li gor kirinên wî bide wî.
15
Tu jî hay ji wî hebe, çimkî ew gelek li hember gotina me rabû.
16
Di parastina min a pêşî de tu kesî pişta min negirt, hemûyan ez tenê hiştim. Bila ev yek ji wan re guneh neyê hesabkirin!
17
Lê Xudan li ba min rawesta û hêz da min, da ku bi saya min Mizgînî bi tevahî bê gotin û hemû milet bibihîzin. Îcar ez ji devê şêr rizgar bûm.
18
Xudan wê min ji her tiştê xerab rizgar bike û ji bo Padîşahiya xwe ya ezmanî xilas bike. Rûmet her û her ji wî re be. Amîn.
Silavên Aştiyê 
19
Silavan li Priskîla* û Akîlas û herweha li mala Onîsîforos jî bike.
20
Erastos* li Korîntê ma, Trofîmos* jî min li Mîletosê nexweş hişt.
21
Bilezîne ku tu beriya zivistanê bêyî. Eybûlos, Pûdês, Lînos, Klawdiya û hemû bawermend silavan li te dikin.
22
Xudan bi ruhê te re be. Kerem li ser we be. Çaxê Pawlos ev name nivîsî, hingê ew azad bû û dixwest Tîtos li Nîkopolîsê (Dalmatyayê) bibîne û di vê nameyê de wî gazî ba xwe dike. Çawa ku ji nameyê jî tê fêmkirin Pawlos û Tîtos bi hev re çûn Girîtê. Pawlos, Tîtos li Girîtê hişt, da ku di civînan de rihspiyan kifş bike. Pawlos di şîretên xwe de yên ku ji Tîtos re ne li ser taybetiyên wan kesên ku wê rêberiya civînan bikin jî radiweste.