Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Leşkerê Îsa Mesîh yê Qenc 
1
Îcar kurê min, tu bi wê kerema ku bi Mesîh Îsa ye, bi hêz bibe.
2
Û wan tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin.
3
Wek leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa bi min re tengahiyê bikişîne.
4
Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê.
5
Sporvanek jî heta li gor rêbazan nekeve hevbezînê, çelenga serfiraziyê nastîne.
6
Û cotkarê ku zehmet dikişîne, divê ew pêşî ji berê erdê par bistîne.
7
Li ser bifikire ku ez çi dibêjim, çimkî Xudan wê di her tiştî de fêmdariyê bide te.
8
Îsa Mesîh bîne bîra xwe, ku ji nav miriyan hat rakirin û ji dûndana* Dawid* e. Mizgîniya ku ez didim zanîn ev e.
9
Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.
10
Loma ez ji bo xatirê bijartiyan her tiştî radigirim*, da ku ew bi rûmeta herheyî bikevin wê xilasiya ku bi Mesîh Îsa ye.
11
Ev peyv dilsoz e:
Eger em bi wî re mirine,
Emê bi wî re bijîn jî.
12
Eger em ragirin,
Emê bi wî re padîşahiyê jî bikin.
Eger em wî înkar bikin,
Ew jî wê me înkar bike.[a]
13
Eger em dilsoz nemînin jî,
Ewê dilsoz bimîne,
Çimkî ew nikare xwe bi xwe înkar bike.[b]
Paleyê Ketî û Rabûyî 
14
Van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê hişyar bike, da ku li ser peyvan devjeniyê nekin. Feyda vê yekê tune, bi tenê guhdaran hildiweşîne.
15
Xîretkêşiyê bike ku tu xwe karkerekî bi dilê Xwedê û yekî ku neyê şermkirin pêşkêşî wî bikî; peyva rastiyê rast bi kar bîne.
16
Xwe ji peyivîna nepak û pûç dûr bixe, çimkî ew ên ku xwe dane vê yekê, wê di jiyana nepakiyê de hê pêşvetir herin
17
û peyvên wan, wê wek penceşêrê* belav bibin. Hîmenayos û Filîtos jî ji wan in.[c]
18
Ew ji rastiyê derketin û dibêjin, ku vejîn* êdî çêbûye û baweriya hinekan serobino dikin.
19
Lê belê bingeha ku Xwedê danî, saxlem disekine û ev mor li ser e: «Xudan, yên xwe nas dike»[d] û «Her kesê ku navê Xudan eşkere dike, bila ew xwe ji neheqiyê dûr bixe».[e]
20
Di maleke mezin de ne bi tenê firaxên ji zêr û zîv hene, lê yên ji dar û ji herriyê jî hene; hinek ji bo karên birûmet û hinek jî ji bo karên bêrûmet in.
21
Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade.
22
Ji xwestekên xortaniyê bireve û bi wan ên ku ji dilekî paqij gazî Xudan dikin re li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze.
23
Tu xwe ji munaqeşeyên bêaqil û bêfêm dûr bixe, çimkî tu dizanî ku şer ji wan derdikeve.
24
Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be.
25
Divê ew bi nermî şîretan li yên dijraber bike, belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin
26
û bi ser hişê xwe ve bên, wusa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.
  1. a. 2:12 Metta 10:33
  2. b. 2:13 Binêre: Hejmartin 23:19
  3. c. 2:17 Penceşêr: Nexweşiyeke giran; lareş, an jî cûreyeke kansêrê ye.
  4. d. 2:19 Ji: Hejmartin 16:5; Yûhenna 10:14
  5. e. 2:19 Hejmartin 16:26