Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silav 
1
Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê li gor soza jiyana ku bi Mesîh Îsa ye, Şandiyê Mesîh Îsa ye,
2
ji kurê min ê delal Tîmotêyos* re:
Ji Bav Xwedê û ji Xudanê me Mesîh Îsa, rehm, kerem û aştî li ser te be.
Razîbûn û Dilşidandin 
3
Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê* re şikir dikim
4
Ez hêstirên çavên te tînim bîra xwe û ez bêriya te dikim, da ku dilê min tije şahî bibe.
5
Ez wê baweriya* te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.[a]
6
Ji bo vê yekê ez tînim bîra te, ku tu agirê diyariya Xwedê gur bikî, ku bi destdanîna* min a li ser te, ji te re hatiye dayîn.
7
Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me.
8
Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne.
9
Xwedê em xilas kirin,
Û ji bo pîroziyê gazî me kir
Ne ji ber kirinên me,
Lê li gor mebest û kerema xwe.
Ev kerem bi destê Mesîh Îsa,
Ji beriya destpêka deman ve ji me re hat dayîn.
10
Lê niha ew bi xuyabûna Xilaskarê me
Mesîh Îsa eşkere bû; wî mirin betal kir,
Jiyan û nemirinî bi Mizgîniyê derxist ber ronahiyê.
11
Ez ji vê Mizgîniyê re peyvbêj, Şandî* û mamoste hatime kifşkirin.
12
Û ji ber vê yekê jî ez vî cefayî dikişînim. Îcar ez şermî nabim, çimkî ez dizanim ku min bi kê baweriya* xwe aniye û ez piştrast im, ew dikare tiştê ku spartiye min, heta wê rojê jî biparêze.
13
Wan peyvên* saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak.
14
Wan tiştên qenc ên ku li te hatine spartin, bi Ruhê* Pîroz ê ku di dilê me de rûdine, biparêze.
15
Tu dizanî, hemû yên ku di herêma Asyayê* de ne, dev ji min berdan; Fûgelos û Hêrmoxênîs jî ji wan in.
16
Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,
17
lê gava ku hat Romayê, bi xîretkêşî li min geriya û ez dîtim.
18
Xudan bike, ku di wê rojê de ew rehmê ji Xudan bibîne. Tu qenc dizanî ku li Efesê wî ji min re çiqas xizmet kir.
  1. a. 1:5 Karên Şandiyan 16:1