Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silav 
1
Ji Pawlos*, Sîlas* û Tîmotêyos*,
ji civîna* bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bavê me Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
2
Ji Bav Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Vegerîna Îsa û Dîwana Dawî 
3
Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya* we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.
4
Wusa ku em bi xwe jî di nav civînên Xwedê yên bawermendan de, ji bo semax* û baweriya we ya li hember wan hemû cefa û tengahiyên ku hûn dikişînin, pesnê xwe bi we didin.
5
Ev yek nîşana dîwankirina* Xwedê ya dadperwer* e. Wusa ku hûn hêjayî Padîşahiya* Xwedê bin, ku hûn di ber de tengahiyê dikişînin.
6
Çimkî, ev di çavê Xwedê de rast e ku tengahiyê bide wan ên ku tengahiyê didin we
7
û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe,
8
hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne.
9
Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin.
10
Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên* xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.
11
Ji bo vê yekê em hergav ji bo we dua dikin, ku Xwedayê me we bike hêjayî vê gazîkirinê û bi hêza xwe her daxwaza we ya qenc û kirinên we yên ji baweriyê pêk bîne.
12
Wusa ku li gor kerema Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, navê Xudanê me Îsa Mesîh bi we bê birûmetkirin û hûn bi wî bên birûmetkirin.