Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Alîkariya Bawermendên Belengaz 
1
Ne hewce ye ku ez li ser vê xizmeta ku ji pîrozan re tê kirin, ji we re binivîsim.
2
Çimkî ez dilxwaziya we dizanim. Ez bi vê li ber Mekedoniyan pesnê xwe didim û dibêjim ku: «Herêma Axayayê* ji par ve amade ye.» Xîreta we, gelek ji wan xistin xeptûleptê.
3
Û ez birayan dişînim ba we, da ku xwepesindana me ya li ser we di vê yekê de pûç dernekeve, lê hûn wek ku min gotiye, amade bin.
4
Nebe ku, hin ji Mekedoniyan bi min re bên û we amadenebûyî bibînin. Îcar ya me tune, hûnê di vê ewlehiyê de şermî bibin.
5
Loma min pêwist dît ku ez ji birayan hêvî bikim ku ew pêşî bên ba we û diyariya we ya ji pêşî ve sozdayî, hingê berdest be. Wusa ku diyariya we, ne ji mecbûrî, lê wek diyariya dilxwaziyê amade be.
6
Lê vê bizanin: Yê ku hindik diçîne hindik didirû, yê ku pirr diçîne pirr didirû.
7
Ne bi bêdilî an ji mecbûrî, lê bila her kes wek ku xistiye dilê xwe bide. Çimkî Xwedê ji yê ku bi rûgeşî dide, hez dike.
8
Û Xwedê dikare ku her keremê bi zêdehî bide we, wusa ku hergav di her tiştî de têra we hebe û ji bo her karê qenc hê zêdetir hebe.
9
Wek ku hatiye nivîsîn:
«Belav kir û da hejaran,
Rastdariya wî her û her dimîne.»[a]
10
Yê ku ji cotkar re tov û ji bo xwarinê nên peyda dike, wê tovê ku hûn jî diçînin peyda bike û zêde bike û wê berê rastdariya we mezin bike.[b]
11
Hûnê di her tiştî de, ji bo her comerdiya ku bi devê me ji Xwedê re şikirdariyê tîne, dewlemend bibin.
12
Çimkî ev xizmeta ku hûn dikin ne tenê kêmahiyên pîrozan temam dike, lê belê bi gelek şikirkirinê ji Xwedê re zêde dibe.
13
Gelek mirov ji ber xizmeta we ya kifşbûyî, ji bo guhdana we ya Mizgîniya Mesîh û eşkerekirina wê û ji bo camêriya we ya levakirina* bi wan û yên din re, pesnê Xwedê didin.
14
Ji ber wê kerema Xwedê ya ku bi zêdehî li ser we ye, ew ji bo we dua dikin û bêriya we dikin.
15
Ji bo diyariya wî ya ku bi ziman nayê salixdan şikir ji Xwedê re.
  1. a. 9:9 Ji: Zebûr 112:9
  2. b. 9:10 Îşaya 55:10