Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Em Cesareta Xwe Winda Nekin 
1
Ji bo vê yekê, li gor ku Xwedê rehma xwe li me kiriye û ev xizmeta me heye, em nawestin.
2
Me tiştên veşartî yên bi şerm red kirin. Em bi qurnaziyê rêve naçin û em peyva Xwedê naguherin. Lê belê, em rastiyê diyar dikin û li ber Xwedê xwe ji wijdana her mirovî re tewsiye dikin.
3
Lê eger Mizgîniya ku em didin, nixamtî be jî, ji bo yên ku helak dibin nixamtî ye.
4
Çimkî xwedayê* vê dinyayê hişê bêbaweran kor kiriye, da ku ronahiya Mizgîniya rûmeta Mesîhê ku sûretê Xwedê ye, li ser wan dernekeve.
5
Ji ber ku em ne xwe bi xwe, lê belê em Îsa Mesîh bi Xudantî û xwe jî ji bo Îsa xulamên we didin bihîstin.
6
Çimkî, Xwedayê ku got: «Bila ji tariyê ronahî bibiriqe», di dilê me de jî biriqî, da ku ronahiya zanîna rûmeta Xwedê ya li ser rûyê Îsa Mesîh, bide me.[a]
7
Em di firaxên herrî de xwediyê vê xezînê ne; da ku bê zanîn, mezinahiya zêde ya hêzê ne ji me ye, lê ji Xwedê ye.
8
Em bi her awayî di tengahiyê de ne, lê em ne perçiqî ne; em heyirî dimînin, lê em ne bêhêvî ne.
9
Tengahiyê didin me, lê dev ji me nehatiye berdan; em li erdê hatine xistin, lê em ne helakbûyî ne.
10
Ji bo ku jiyana Îsa jî di bedena me de bê dîtin, em mirina Îsa herdem di bedena xwe de hildigirin.
11
Çimkî, ji bo ku jiyana Îsa di bedena me ya mirindar de bê dîtin, em ên ku dijîn di ber Îsa de herdem teslîmî mirinê tên kirin.
12
Wusa ku mirin di hundirê me de, lê jiyan di hundirê we de dixebite.
13
Wek ku hatiye nivîsîn: «Min bawer* kir, loma ez peyivîm»[b] , em ên ku xwediyê eynî ruhê baweriyê ne, em jî bawer dikin û loma em dipeyivin.
14
Çimkî em dizanin: «Xwedayê ku Xudan Îsa rakir, wê me jî bi Îsa re rake û bi we re derîne ber xwe.»
15
Erê ev hemû ji bo we ne. Da ku kerem hê di nav gelekan de zêde bibe û ji bo rûmeta Xwedê şikirdariyê zêdetir bike.
16
Ji ber vê yekê em nawestin, lê her çiqas mirovê me yê derve birize jî, mirovê me yê hundir roj bi roj nûvejen dibe.
17
Çimkî tengahiyên me yên sivik û ji bo demekê ji me re rûmeteke giran û herheyî ya gelek û hê gelektir pêk tînin.
18
Îcar em ne li tiştên ku tên dîtin, lê belê li yên ku nayên dîtin dinêrin. Çimkî yên ku tên dîtin ji bo demekê ne, lê belê yên ku nayên dîtin herheyî ne.
  1. a. 4:6 Destpêkirin 1:3
  2. b. 4:13 Ji: Zebûr 116:10