Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Hişyarkirinên Dawî û Silav 
1
Ev cara sisiyan e ku ez têm ba we. «Divê her tişt bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.»[a]
2
Ji wan ên ku berî niha guneh kirine û ji hemûyên din re ez niha ji dûr ve tiştê ku min di serdana diduyan de gotibû, careke din dibêjim: Gava ez dîsa bêm, êdî ez tu kesî nadirixînim*.
3
Madem ku hûn li delîlan digerin, ka gelo Mesîh bi devê min dipeyive… Mesîh li hember we ne lewaz e, lê belê di nav we de hêzdar e.
4
Rast e, ew bi lewazî hat xaçkirin, lê belê ew bi hêza Xwedê dijî. Em jî di yekîtiya wî de lewaz in, lê belê bi hêza Xwedê, emê bi wî re ji bo we bijîn.
5
Xwe bi xwe biceribînin û sihêtiya xwe bikin, ka gelo hûn di baweriyê de ne. Ma hûn nizanin ku Îsa Mesîh di dilê we de ye? An nexwe, hûn ji ceribandinê serfiraz dernakevin.
6
Ez hêvîdar im hûnê fêm bikin ku em ne yên binketî ne.
7
Îcar em li ber Xwedê dua dikin ku hûn tiştekî xerab nekin. Ev jî ne ew e ku em di ceribandinê de serketî bên dîtin, lê em wek ên serneketî bin jî, armanc ew e ku hûn ya qenc bikin.
8
Çimkî ne li hember rastiyê, lê belê ji bo rastiyê em dikarin tiştekî bikin.
9
Kengê em lewaz û hûn hêzdar bin, em şa dibin. Û dua me ev e ku hûn tam bigihîjin.
10
Loma ez hê nehatî van tiştan dinivîsim, da ku, gava ez bêm, ez wê desthilatiya ku Xudan daye min, bi hişkî bi kar neynim. Çimkî ev desthilatî ne ji bo xerakirinê, lê ji bo avakirinê ji min re hatiye dayîn.
Silavên Aştiyê 
11
Birano, êdî di xweşiyê de bimînin. Kêmahiyên xwe temam bikin, hanê* bidin hevdû, hemfikir bin, di aştiyê* de bijîn û Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi we re be.
12
Bi ramûsana pîroz silavê li hev bikin. Hemû pîroz silavan li we dikin.
13
Kerema Xudan Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û hevpariya Ruhê Pîroz li ser we hemûyan be.
  1. a. 13:1 Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:15