Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo Xulaman 
1
Hemû yên ku di bin nîrê xulamtiyê de ne, bila axayên xwe tam hêjayî hurmetê hesab bikin, da ku ji navê Xwedê û ji hîndariyê re peyvên xerab neyên gotin.
2
Ew ên ku axayên wan bawermend in, ji ber ku ew bira ne, bila wan kêm nebînin. Lê bila hê bêtir xizmetê bikin, çimkî yên ku ji vê xizmetkariyê feydê distînin, bawermend û hezkirî ne.
Van tiştan hîn bike û şîret bike.
Xezîna Rast 
3
Eger yek tiştekî din hîn bike û qîma xwe bi gotinên Xudanê me Îsa Mesîh ên saxlem û bi hîndariya ku li gor jiyana xwedayî ye neyne,
4
ew qure ye û tiştekî nizane, lê ew nexweşê gengeşî û devjeniya peyvan e. Çavnebarî, pevçûn, buxtan, gumanên xerab
5
û devjeniyên bêrawestin ên wan mirovên ku hişê wan xera bûye û ji rastiyê bêpar bûne, ji van tiştan derdikevin. Ew guman dikin ku jiyana xwedayî riya qezencê ye.
6
Lê eger bi qinyatê be, jiyana xwedayî qezenceke mezin e.
7
Me tiştek neaniye dinyayê û em nikarin tiştekî ji dinyayê bibin jî.[a]
8
Lê eger xwarin û wergirtina me hebe, em bi wan razî bin.[b]
9
Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin* nav helakbûn û wêranbûnê.[c]
10
Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.
Tembîhên Pawlos ji bo Tîmotêyos 
11
Lê tu, ey mirovê Xwedê, ji van tiştan bireve û bikeve pey rastdariyê, jiyana xwedayî, bawerî, hezkirin, ragirtin* û nermiyê.
12
Te li ber gelek şahidan şahidiya qenc da. Tekoşîna* qenc a baweriyê bike û wê jiyana herheyî ya ku tu ji bo wê hatiyî gazîkirin bigire.
13
Li ber Xwedayê ku jiyanê dide hemû afirînan û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pontiyos Pîlatos şahidiya qenc da, ez tembîh li te dikim[d]
14
ku tu vî emrî heta xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh bêleke û bêqusûr bigirî.
15
Xwedê wê di wextê xwe de wî bide xuyakirin. Ew Detsthilatdarê yekta û Pîroz e, Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e.
16
Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.[e]
Tembîh ji bo yên Dewlemend 
17
Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.[f]
18
Bila ew qenciyê bikin, bi kirinên qenc dewlemend bin, merd û ji bo levakirinê* amade bin.
19
Bi vî awayî ewê ji xwe re xezînekê bicivînin ku ji bo dema bê ji wan re bibe bingeheke saxlem, wusa ku ew jiyana rastîn bi dest bixin.
Tembîhên Dawî û Silav 
20
Ey Tîmotêyos! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze. Xwe ji gotinên pûç û nepak û ji hevnegirtiniyên ku bi derew ji wan re «zanîn» tê gotin, bide paş.
21
Hinekan ev yek dan pêş û ji baweriyê ketin.
Kerem li ser we be.
  1. a. 6:7 Eyûb 1:21
  2. b. 6:8 Gotinên Silêman 30:8
  3. c. 6:9 Gotinên Silêman 23:4; 28:22
  4. d. 6:13 Yûhenna 18:37
  5. e. 6:16 Derketin 33:20
  6. f. 6:17 Zebûr 62:10