Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo Çavdêrên Civîna Bawermendan
 - 1
 - Ev peyv dilsoz e: Eger yek ji dil çavdêriyê bixwaze, ew karekî qenc dixwaze.
 - 2
 - Îcar divê çavdêr bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, di hedê xwe de, sergiran, birêz, mêvanperwer û di hînkirinê de jêhatî be,
 - 3
 - ne bindestê şerabê be, ne zordar be, lê berbiwêr be, ne şerûd be û ji peran hez neke.
 - 4
 - Bila ew qenc xweyîtiyê li mala xwe bike, edeba zarokên wî tam be û peyva xwe bi wan bide kirin.
 - 5
 - Çimkî eger yek nezane xweyîtiyê li mala xwe bike, ewê çawa xema civîna* bawermendan a Xwedê bixwe?
 - 6
 - Bila ew ne bawermendekî nû be, da ku qure nebe û wek Îblîs neyê dîwankirin*.
 - 7
 - Ji bilî vê, divê di nav yên li derve jî navê wî bi qencî derketibe, da ku lome li wî neyên kirin û ew nekeve xefika Îblîs.[a] 
 - Ji bo Xizmetkarên Civîna Bawermendan
 - 8
 - Wusa jî bila alîkar birêz bin, ne peyvguhêr bin, xwe nedin vexwarina şerabê, li pey qezenca nerast nekevin,
 - 9
 - bi wijdana paqij xwediyê sira baweriyê bin.
 - 10
 - Û evên ha jî bila pêşî bên ceribandin; eger bêqusûr bin, hingê bila xizmetkariyê bikin.
 - 11
 - Bi vî awayî bila jin jî birêz bin, ne buxtanker, lê di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin.[b]
 - 12
 - Bila alîkar, mêrê jinek tenê be, qenc xweyîtiyê li mala xwe û li zarokên xwe bike.
 - 13
 - Çimkî yên ku xizmetkariya qenc dikin, ji xwe re cihekî qenc û di wê baweriyê de, ku bi Mesîh Îsa ye, cesareteke mezin qezenc dikin.
 - Sira Mezin
 - 14
 - Ez van tiştan bi hêviya ku ezê zû bêm ba te ji te re dinivîsim,
 - 15
 - da ku eger ez bi derengî bikevim jî, tu bizanî, divê çawa di mala Xwedê de bê rabûn û rûniştin. Ew, Civîna* Xwedayê jîndar e û stûn û hîmê rastiyê ye.
 - 16
 - Bêguman, sira jiyana xwedayî* mezin e:
Ew di bedenê de xuya bû,
Ji aliyê Ruh ve rast hat derxistin,
Ji aliyê milyaketan ve hat dîtin,
Di nav miletan de hat danbihîstin.
Di dinyayê de hat bawerkirin
Û bi rûmet hat hilkişandin. 

