Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Li Keriyê Xwedê Binêrin 
1
Ez ê ku yek ji rihspiyan im û şahidê cefayên Mesîh û hevparê wê rûmetê me, ku wê bê, ez hêvî ji rihspiyên nav we dikim:
2
Wek ku Xwedê ji we dixwaze, bi çavdêrîtî şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin.[a]
3
Ne wek ku hûn hukumdariyê li wan ên ku li we hatine spartin bikin, lê belê ji bo kerî bibin mînak.
4
Îcar gava ku Serokşivan xuya bibe, hûnê taca rûmetê ya ku qet naçilmise bistînin.
5
Xortno, bi vî awayî bi ya rihspiyan bikin û hemû li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî:
«Xwedê li hember pozbilindan disekine
Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»[b]
6
Loma xwe di bin destê Xwedê yê hêzdar de nizim bikin, da ku di wextê xwe de we bilind bike.[c]
7
Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe.
8
Li ser hişê xwe bin û hişyar bin. Neyarê we Îblîs, wek şêrekî ku dihumîne digere, ka ewê kê daqurtîne.
9
Di baweriyê de hîmgirtî li hember wî bisekinin; çimkî hûn dizanin birayên we jî li seranserê dinyayê eynî cefayê dikişînin.
10
Lê Xwedayê hemû keremê yê ku bi Mesîh Îsa hûn gazî rûmeta xwe ya herheyî kirine, piştî ku hûn demeke kurt cefayê bikişînin, ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike.
11
Karîn her û her ji wî re be. Amîn.
Silavên Aştiyê 
12
Min bi destê Sîlas* ê ku ez wî birayekî dilsoz hesab dikim, bi kurtî ji we re nivîsî, da ku ez we bişidînim û şahidî bikim ku kerema Xwedê ya rastîn ev e. Di vê de bimînin.
13
Civîna* li Babîlê* ya ku bi we re hatiye bijartin û kurê min Marqos* jî silavan li we dike.
14
Bi ramûsana hezkirinê silavan li hev bikin.
Silamet li ser we hemûyan be, hûn ên ku yên Mesîh in. Ev name bi naveroka xwe dimîne Nameya Cihûda.
  1. a. 5:2 Yûhenna 21:15-17
  2. b. 5:5 Ji: Gotinên Silêman 3:34
  3. c. 5:6 Metta 23:12; Lûqa 14:11; 18:14