Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo Xwedê Jiyan 
1
Îcar çawa ku Mesîh di bedenê de cefa kişand, hûn jî bi eynî armancê xwe çekdar bikin. Çimkî yê ku di bedenê de cefa kişandiye, dev ji guneh berdaye.
2
Wusa ku di dema jiyana xwe ya mayî de, ne li gor xwestekên mirovî, lê li gor daxwaza Xwedê bijîn.
3
Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan* dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.
4
Ji wan re ecêb tê ku êdî hûn bi wan re li pey van pîsîtiyan nabezin û çêrî we dikin.
5
Lê ewê hesab bidin wî yê ku amade ye dîwana mirî û zindiyan bike.
6
Loma Mizgînî ji miriyan re jî hat dayîn, da ku di ruh de li gor Xwedê bijîn, bi ser ku ew di bedenê de wek mirovan hatine dîwankirin.
7
Dawiya her tiştî nêzîk e; loma sergiran bin û ji bo duakirinê li ser hişê xwe bin.
8
Berî her tiştî, bila hezkirina we ya ji hev re hergav germ be; çimkî hezkirin gelek gunehan dinixumîne.[a]
9
Bê pitepit ji hevdû re mêvanperwer bin.
10
Her yek ji we, çi diyariya ruhanî standibe, bi wê wek şahneyên* qenc ên kerema Xwedê ya cûr bi cûr, ji hev re xizmetê bikin.
11
Eger yek dipeyive, bila peyvên Xwedê bêje. Eger yek xizmetê dike, bila bi wê hêza ku Xwedê daye bike, da ku Xwedê di her tiştî de bi destê Îsa Mesîh bê birûmetkirin. Rûmet û karîn her û her ên wî ne. Amîn*.
Cefakişandina di Riya Mesîh de 
12
Hezkirîno, li ber tengahiyên wek êgir dijwar ên ku ji bo ceribandinê tên ser we, şaş nemînin û vê ecêb nebînin.
13
Lê belê şa bibin ku hûn bûne hevparên cefayên Mesîh, da ku çaxê rûmeta wî xuya bû, hûn bi dilgeşiyeke mezin gelek şa bibin.
14
Eger di ber navê Mesîh de hûn bên nizimkirin, xwezî bi we, çimkî Ruhê rûmetê, yanî Ruhê* Xwedê li ser we dimîne.
15
Lê bila tu kes ji we, ji bo mêrkujî, dizî, xerabîkirin û têkilbûna karên hinekên din cefayê nekişîne.
16
Lê eger yek ji we ji ber ku Mesîhî ye cefayê bikişîne, bila ew şerm neke, lê bila bi vî navî pesnê Xwedê bide.
17
Çimkî wext hat ku dîwan ji mala Xwedê dest pê bike. Eger ji me dest pê bike, dawiya wan ên ku li gor Mizgîniya Xwedê nakin wê çawa be?
18
Û:
«Eger yê rast zor xilas bibe,
Êdî halê yê nepak û gunehkar wê çawa be?»[b]
19
Ji ber vê yekê, yên ku li gor daxwaza Xwedê cefayê dikişînin, bila bi qencîkirinê xwe bispêrin Afirandarê dilsoz.
  1. a. 4:8 Aqûb 5:20; Gotinên Silêman 10:12
  2. b. 4:18 Ji: Gotinên Silêman 11:31