Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mesîhê ku Hatiye Xaçkirin
 - 1
 - Birano, çaxê ku ez hatim ba we ku ez sira Xwedê ji we re diyar bikim, ez ne bi peyvên xemilandî an şehrezayî hatim.
 - 2
 - Çimkî gava ku ez di nav we de bûm, min biryar da ku ez ji Îsa Mesîhê ku hatî xaçkirin pê ve tiştekî din nezanibim.
 - 3
 - Ez bi qelsî û bi tirs hatim ba we; ez gelek jî dilerizîm.
 - 4
 - Peyv û danezana min, ne bi qanîkirina peyvên şehrezayiyê, lê bi berçavanîna hêza Ruh bû,
 - 5
 - da ku baweriya* we ne li ser şehrezayiya mirovan be, lê li ser hêza Xwedê be.
 - Şehrezayiya Rastîn
 - 6
 - Erê, em di nav yên gihîştî de şehrezayiyê dibêjin. Lê ev şehrezayî ne ya vê dinyayê ye û ne jî ya serokên wê ne, yên ku wê ji holê bên rakirin.
 - 7
 - Lê belê em şehrezayiya Xwedê ya bi sir û veşartî dipeyivin, a ku Xwedê ji beriya dem û zemanan ve ji bo rûmeta me kifş kiriye.
 - 8
 - Tu kesî ji serokên vê dinyayê bi vê nezanî. Eger bizanibûna, wê Xudanê rûmetê xaç nekirana.
 - 9
 - Lê belê çawa ku hatiye nivîsîn:
«Tiştên ku çavan nedîtine û guhan nebihîstine[a]
Û di fikra mirov re derbas nebûne,
Xwedê ew ji bo wan ên ku ji wî hez dikin, amade kirine.» - 10
 - Lê Xwedê ew bi Ruh ji me re kifş kirin. Çimkî Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole.
 - 11
 - Ma tiştên mirov, ji ruhê mirov ê ku di hundirê mirov de ye pê ve, kî dizane? Wusa jî ji Ruhê* Xwedê pê ve, tu kes bi tiştên Xwedê nizane.
 - 12
 - Îcar me ne ruhê dinyayê, lê belê Ruhê ku ji Xwedê tê stand, da ku em wan tiştên ku Xwedê ji me re kirine diyarî, bizanin.
 - 13
 - Em van, ne bi peyvên ku bi şehrezayiya mirovî hatine hînkirin, lê belê bi peyvên ku Ruh hîn kirine dibêjin. Em tiştên ruhanî ji mirovên ruhanî re eşkere dikin.
 - 14
 - Lê mirovê nefsanî tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake, ev jê re bêaqilî ne. Nikare wan bizane jî, ji ber ku ev tişt bi riyên ruhanî tên fêmkirin.
 - 15
 - Yê ruhanî dikare her tiştî fêm bike, lê ew ji aliyê tu kesî ve nayê fêm kirin.
 - 16
 - «Ma kê bi fikra Xudan zaniye
Ku hînî wî bike?»[b]
Lê fikra Mesîh bi me re ye. 

