Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Diyariya Pêxemberîtî û Zimanan 
1
Li pey hezkirinê bibezin û diyariyên ruhanî bi xîret bixwazin, lê hê bêtir pêxemberîtîkirinê.
2
Çimkî yê ku bi zimanê ruhanî dibêje, ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re dibêje. Kes wî fêm nake; ew bi ruh siran dibêje.
3
Lê yê ku pêxemberîtiyê dike, ji bo avakirin, cesaretdan û handanê* ji mirovan re dibêje.
4
Yê ku bi zimanê* din dipeyive, xwe bi xwe ava dike; lê yê ku pêxemberîtiyê dike, civîna bawermendan ava dike.
5
Ez dixwazim ku hûn hemû bi zimanan* bipeyivin; lê ez hê bêtir dixwazim ku hûn pêxemberîtiyê bikin. Yê ku pêxemberîtiyê dike, ji yê ku bi zimanan dipeyive mezintir e. Lê eger yê ku bi zimanan dipeyive ji bo avakirina civînê wergerîne, ev tiştek din e.
6
Îcar birano, eger ez bêm ba we û bi zimanan bipeyivim, lê ez peyxam*, an zanîn, an pêxemberîtî an hînkirinê ji we re nebêjim, çi feyda min wê li we bibe?
7
Eger tiştên ne zindî yên ku deng derdixin, bilûr be an jî çeng be, dengên cihê derneynin, ji ku derê wê bê zanîn makamê ku bi bilûrê an bi çengê tê lêxistin, çi ye?
8
Eger borî jî dengekî nekifş derîne, kî wê xwe ji bo şer amade bike?
9
Îcar hûn jî eger bi zimanê din peyvên zelal nebêjin, ya ku tê gotin çawa wê bê zanîn? Çimkî gotinên we wê li ber bayê herin.
10
Bêguman li dinyayê gelek cûreyên zimanan hene û qet yek ji wan ne bêmane ye.
11
Îcar, eger ez bi mana ziman nezanim, ezê ji bo yê ku dipeyive xerîb bim û yê ku dipeyive wê ji bo min xerîb be.
12
Îcar madem ku hûn jî ji bo diyariyên ruhanî xîretkêş in, li vê yekê bigerin ku ji bo avakirina civîna bawermendan hûn di van de zêde bibin.
13
Ji bo vê yekê, yê ku bi zimanê din dipeyive, bila dua bike da ku bikare wergerîne.
14
Çimkî, eger ez bi zimanê din dua dikim, ruhê min dua dike, lê hişê min bêber dimîne.
15
Îcar ez çi bikim? Ezê bi ruh dua bikim û ezê bi hiş jî dua bikim; ezê bi ruh lavijeyan* bêjim û ezê bi hiş jî lavijeyan bêjim.
16
Çimkî eger tu bi ruh şikir bikî, yê ku ji diyariyên ruhanî fêm nake, ji ber ku nizane tu çi dibêjî, wê ji şikirkirina te re çawa «Amîn*» bêje?
17
Erê, tu qenc şikir dikî, lê yê din nayê avakirin.
18
Şikir ji Xwedê re, ez ji we hemûyan bêtir bi zimanên din dipeyivim.
19
Lê belê di civîna bawermendan de, ji dêla ku ez bi zimanê din deh hezar peyv bêjim, ji bo ku ez hînî yên din jî bikim, ez bi hişê xwe gotina pênc peyvan çêtir dibînim.
20
Birano, di aqil de zarok nebin. Di xerabiyê de bibin zarokên biçûk, lê di aqil de gihîştî bin.
21
Di Şerîetê de ev hatiye nivîsîn: «Xudan dibêje:
‹Ezê bi yên ku zimanên biyanî dipeyivin
Û bi lêvên biyaniyan bi vî gelî re bipeyivim
Û dîsa jî ew guhdariya min nakin.›[a] »
22
Ji ber vê yekê ziman ne ji bo bawermendan, lê ji yên ku baweriyê naynin re, ji bo nîşanekê ne. Û pêxemberîtî ne ji bo yên ku baweriyê naynin, lê ji bo bawermendan e.
23
Niha eger tevahiya civîna bawermendan li hev bicive û hemû bi zimanan bipeyivin û yên ku ji diyariyên ruhanî fêm nakin an jî yên ku baweriyê naynin bikevin hundir, ma nabêjin ku hişê we ji serê we çûye?
24
Lê eger hemû pêxemberîtiyê bikin û yekî ku bawer nake an jî yekî ku ji diyariyên ruhanî fêm nake bikeve hundir, wê ji aliyê hemûyan ve bê qanî kirin û toqulandin*;
25
tiştên veşartî yên di dilê wî de wê eşkere bibin û ji ber vê yekê ewê bêje: «Bi rastî jî Xwedê di nav we de ye», ewê deverû here erdê û biperize* Xwedê.
Perizîna bi Serûber 
26
Birano, divê çawa be? Gava ku hûn dicivin, her yek ji we lavijeya* wî, hînkirina wî, peyxama* wî, zimanê wî, wergerandina wî heye. Bila ev hemû ji bo pêşveçûna civînê bin.
27
Eger yek bi zimanê din bipeyive, dido an herî zêde bila sê kes bi dorê bipeyivin û yek jî wergerîne.
28
Lê eger yê ku wergerîne tunebe, bila ew di civîna bawermendan de deng neke, bila di dilê xwe de ji Xwedê re bêje.
29
Bila dido an sê pêxember bipeyivin, yên din jî gotinên wan baş ji hevdû ferq bikin.
30
Lê eger ji yekî din ê rûniştî re peyxamek bê, bila yê pêşî bêdeng bimîne.
31
Çimkî hûn hemû jî yek bi yek dikarin pêxemberîtiyê bikin, da ku hemû hîn bibin û cesaretê bistînin.
32
Û ruhê pêxemberan bi ya pêxemberan dike.
33
Ji ber ku Xwedê, ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê yê aştiyê ye.
Wek di hemû civînên pîrozan de,
34
bila jin di civînan de bêdeng bimînin. Çimkî ji bo wan destûra peyivînê tune. Wek ku şerîet jî dibêje bila serî deynin.
35
Eger dixwazin tiştekî hîn bibin, bila li mal ji mêrê xwe bipirsin. Çimkî di civînê de ji bo jinê peyivîn şerm e.
36
Ma peyva Xwedê ji we derket? An ku gihîşt we tenê?
37
Eger yek guman bike ku ew pêxember an jî ruhanî ye, bila fêm bike, tiştê ku min ji we re nivîsiye emrê Xudan e.
38
Lê yê ku van qebûl neke, bila neyê naskirin.
39
Ji ber vê yekê birano, li pey pêxemberîtîkirinê bibezin û ji peyivîna zimanan re nebin asteng.
40
Lê bila her tişt li cih û bi rêkûpêk be.
  1. a. 14:21 Ji: Îşaya 28:11-12