Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê hatiye gazîkirin ku bibe Şandiyê Mesîh Îsa û ji birayê me Sostênîs,
 - 2
 - ji civîna* bawermendan a Xwedê ya li Korîntê, ji yên ku bi Mesîh Îsa hatine pîrozkirin û ji bo pîrozbûnê hatine gazîkirin û ji hemûyên ku li her derê gazî navê Îsa Mesîhê ku Xudanê* me û yê wan e dikin re:
 - 3
 - Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî* li ser we be.
 - 4
 - Ji bo kerema Xwedê ya ku bi Mesîh Îsa ji we re hatiye dayîn, ez hergav ji bo we ji Xwedayê xwe re spas dikim.
 - 5
 - -6 Çimkî ka çawa şahidiya Mesîh di nav we de qayîm bûye, hûn bi wî di her tiştî de, di peyivîn û di zanînê de dewlemend bûne.
 - 7
 - Wusa ku di tu diyariya ruhanî de kêmahiya we tune û hûn li hêviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh disekinin.
 - 8
 - Ew jî wê we heta dawiyê qayîm bike, da ku hûn di Roja Xudanê me Îsa Mesîh de bêqusûr bin.
 - 9
 - Xwedê dilsoz e: ji aliyê wî ve hûn hatine gazîkirin, da ku hevpariya we bi Kurê wî, Xudanê me Îsa Mesîh re hebe.
 - Dubendiya di Civîna Bawermendan de
 - 10
 - De îcar xwişk û birano, ez bi navê Xudanê me Îsa Mesîh hêvî ji we dikim, hûn hemû eynî tiştî bifikirin, bila di nav we de dubendî tune be; lê li ser eynî fikrê û eynî dîtinê bibin yek.
 - 11
 - Çimkî xwişk û birano, ji aliyê mirovên Xiloyê ve ji min re hat gotin ku di nav we de pevçûn heye.
 - 12
 - Yanî ez li ser vê dibêjim: Her yek ji we dibêje: «Ez yê Pawlos im» an: «Ez yê Apolos im» an: «Ez yê Kîfas* im» an jî: «Ez yê Mesîh im.»[a]
 - 13
 - Ma Mesîh hatiye parve kirin? Ma Pawlos ji bo we hat xaçkirin? An ku hûn bi navê Pawlos imad* bûn?
 - 14
 - Ez ji Xwedê re şikir dikim ku min ji Krîspos û Gayos pê ve tu kes ji we imad nekiriye;
 - 15
 - wusa ku tu kes nebêje ku hûn bi navê min imad bûne.
 - 16
 - – Belê min maliyên Stefanas jî imad kirin, ji vê zêdetir ez nizanim ku min kesek din imad kiriye an na. –
 - 17
 - Çimkî Mesîh ez neşandim ku ez imad bikim, lê belê ez şandim ku ez Mizgîniyê* bidim. Min ev yek bi şehrezayiya gotinan nekir, da ku xaça Mesîh hêza xwe winda neke.
 - Mesîhê ku Hêz û Şehrezayiya Xwedê Ye
 - 18
 - Erê, peyva* li ser xaçê ji bo yên ku helak dibin bêaqilî ye, lê ji bo me yên ku rizgar dibin hêza Xwedê ye.
 - 19
 - Çimkî hatiye nivîsîn:
«Ezê zanebûna zaneyan tune bikim,
Ezê fêmdariya fêmdaran betal bikim.»[b] - 20
 - Ma yê zana li ku derê ye? Yê Şerîetzan* li ku derê ye? Devjenîkerê şehreza yê vê dinyayê li ku derê ye? Ma Xwedê şehrezayiya dinyayê venegerand bêaqiliyê?
 - 21
 - Madem ku dinyayê li gor şehrezayiya Xwedê, bi şehrezayiya xwe Xwedê nas nekir, li Xwedê xweş hat ku yên baweriyê* tînin bi bêaqiliya Mizgîniyê rizgar bike.
 - 22
 - Cihû nîşanan dixwazin û Yewnanî li şehrezayiyê digerin,
 - 23
 - lê em, Mesîhê ku hatiye xaçkirin didin bihîstin. Ew ji bo Cihûyan terpilînek* û ji bo miletan bêaqilî ye;
 - 24
 - lê ji bo yên ku hatine gazîkirin, hem ji bo Cihû û hem jî ji bo Yewnaniyan, ev Mesîh hêza Xwedê û şehrezayiya Xwedê ye.
 - 25
 - Çimkî bêaqiliya xwedayî di ser şehrezayiya mirovan re û bêhêziya Xwedê jî di ser hêza mirovan re ye.
 - 26
 - Îcar birano, li gazîkirina xwe binêrin: Di nav we de li gor fikrên mirovan gelekên şehreza, gelekên hêzdar, gelekên esilzade ne hatine gazî kirin.
 - 27
 - Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.
 - 28
 - Xwedê, ji bo ku tiştên ku hene betal bike, tiştên dinyayê yên bê rûmet û kêm tên dîtin, tiştên ku tunin jî, bijartin.
 - 29
 - Wusa ku tu kes li ber Xwedê pesnê xwe nede.
 - 30
 - Bi saya Xwedê hûn bi Mesîh Îsa re ne, yê ku ji aliyê Xwedê ve ji bo me bû şehrezayî, rastdarî, pîrozî û rizgarî.
 - 31
 - Ji bo vê yekê çawa ku hatiye nivîsîn: «Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»[c] 
 
- a. 1:12 Kîfas: navê din ê «Petrûs» e, binêre: Yûhenna 1:42.
 - b. 1:19 Ji: Îşaya 29:14
 - c. 1:31 Ji: Yêremya 9:24
 

