Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Yekîtiya Civînê 
1
Îcar birano, min nikaribû wek ku bi mirovên ruhanî re tê peyivîn, bi we re bipeyivim. Lê belê ez bi we re wek mirovên bedenî û zarokên di baweriya* Mesîh de, peyivîm.
2
Min ne xwarin, lê belê min şîr da we. Çimkî we hê nikaribû ku hûn ragirin* û niha jî hûn nikarin.
3
Çimkî hê jî hûn bedenî ne. Madem ku di nav we de çavnebarî û devjenî heye, ma hûn ne bedenî ne? Ma hûn wek mirovên din najîn?
4
Gava ku yek bêje «Ez yê Pawlos im» û yê din bêje: «Ez yê Apolos im», ma hingê hûn ne mirov in?
5
Îcar Apolos kî ye, Pawlos kî ye? Li gor ku Xudan daye her yekî ji wan, ew xizmetkar in û we bi rêberiya wan bawerî aniye.
6
Min çand, Apolos av da; lê belê Xwedê mezin kir.[a]
7
Îcar ne yê ku çandiye û ne jî yê ku av daye tiştek e; lê belê Xwedê, yê ku mezin dike, girîng e.
8
Yê ku çandiye û yê ku av daye yek in; her yek ji wan wê li gor keda xwe bergîdan bistîne.
9
Çimkî em hevparên Xwedê yên xebatê ne, hûn zeviya Xwedê, avahiya Xwedê ne.
10
Li gor kerema Xwedê ya ku ji min re hat dayîn, min wek qesirbendekî şehreza bingeh danî, yekî din jî li ser ava dike. Bila her kes bala xwe bidiyê ku çawa li ser ava dike.
11
Çimkî tu kes ji bingeha ku hatiye danîn, yanî ji Îsa Mesîh pê ve, nikare bingeheke din deyne.
12
Eger yek li ser vê bingeha zêr, zîv, kevirên hêja, dep, giya, qirş ava bike,
13
karê her kesî wê eşkere bibe. Çimkî ew Roj wê wî nîşan bide, çimkî kar wê bi êgir xuya bibe û agir bi xwe wê karê her kesî biceribîne ku çi cûre ye.
14
Eger karê ku mirovekî li ser wê bingehê ava kiriye bimîne, ewê xelat bistîne;
15
eger karê yekî bişewite, ewê zirarê bibîne. Lê ew bi xwe wê rizgar bibe, lê wek ku di agir re derbas bibe wê rizgar bibe.
16
Ma hûn nizanin ku hûn Perestgeha* Xwedê ne û Ruhê Xwedê di hundirê we de rûdine?[b]
17
Eger kesek Perestgeha Xwedê xera bike, Xwedê jî wê wî xera bike. Çimkî Perestgeha Xwedê pîroz e û ew Perestgeh hûn in.
18
Bila tu kes xwe nexapîne. Eger di nav we de yek xwe li vê dinyayê şehreza hesab bike, bila bêaqil be, da ku şehreza bibe.
19
Çimkî şehrezayiya vê dinyayê li ba Xwedê bêaqilî ye. Wek ku hatiye nivîsîn: «Ew şehrezayan di hîleyên wan de digire»[c] .
20
Û dîsa hatiye nivîsîn: «Xudan dizane ku fikrên şehrezayan pûç in.»[d]
21
Loma bila tu kes pesnê xwe bi mirovan nede. Çimkî her tişt yê we ye:
22
Dixwazî bila Pawlos be, Apolos be, Kîfas* be, dinya be, jiyan be, mirin be, dema niha be, dema ku bê be, hemû yên we ne;
23
û hûn yên Mesîh in, Mesîh jî yê Xwedê ye.
  1. a. 3:6 Karên Şandiyan 18:4-11; 18:24-28
  2. b. 3:16 Korîntî I, 6:19; Korîntî II, 6:16
  3. c. 3:19 Ji: Eyûb 5:13
  4. d. 3:20 Ji: Zebûr 94:11