Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Xizmeta Pawlos a ji bo Miletan 
1
Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.
2
Bêguman we bihîstiye ku ev şahnetiya* keremê ji aliyê Xwedê ve ji bo we ji min re hatiye dayîn.
3
Wek ku min berî niha jî bi kurtî nivîsîbû, ev sir bi peyxamê ji min re hat dayîn.
4
Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim.
5
Ev sir di nifş* û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin.
6
Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.[a]
7
Li gor diyariya kerema Xwedê ya ku bi xebata hêza wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê.
8
Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim
9
û plana bi sira ku ji demên bê destpêk ve li ba Xwedayê ku her tişt afirandiye veşartî bû, ji hemûyan re derxim ber ronahiyê, ku ew çi ye.
10
Wusa ku şehrezayiya Xwedê ya pirr alî, bi navgîniya Civînê*, ji serwerî û desthilatiyên li cihên ezmanî re bê dazanîn.
11
Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî.
12
Di yekîtiya Mesîh de û bi baweriya bi wî, em dikarin bi cesaret û ewlehî derbasî ber Xwedê bibin.
13
Ji ber vê yekê, ez ji we hêvî dikim ku hûn, ji ber cefayên ku ez ji bo we dikişînim, dilsar nebin; ew ji bo we rûmet in.
Dua ji bo Efesiyan 
14
Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku
15
li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan.
16
Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin,
17
da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra* bidin û hîmgirtî bin,
18
da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin.
19
Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin.
20
Ji wî yê ku dikare li gor hêza xwe ya ku di hundirê me de dixebite, ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike re,
21
di Civînê de û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nifşan û her û her rûmet be. Amîn*.
  1. a. 3:4-6 Kolosî 1:26-27